Cezayê îdamê hate rakirin
Parêzerê girtiya siyasî ya kurd Zeyneb Celaliyan, Dr. Mihemed Şerîf ragihand ku cezayê darvekirinê yê li miwekîla wî Celaliyan hatibû birîn, hatiye rakirin û li şûna wê cezayê heta heta yê girtîgehê lê hatiye birîn.
Li gorî agahiyên ku parêzerê Zeynebe Celaliyan, Dr. Mihemed Şerîf dane, rayedarên Îranê cezayê îdamê yê ku li girtiya siyasî ya kurd Zeyneb Celaliyan hatibû birîn, rakirine. Şerîf da diyarkirin ku rayedarên Îranî piştî bêdengiyeke dirêj, ragihandin ku cezayê darvekirinê yê li ser Celaliyan hatiye rakirin û li şûna wê cezayê heta heta yê girtîgehê lê hatiye birîn.
Girtiya kurd a siyasî Zeyneb Celaliyan di sala 1982 de li bajarê Mako ya Rojhilatê Kurdistanê hat din, sala 2007’a li bajarê Kirmaşanê hat girtin û sala 2009’ê bi sucê hevkariya ligel Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) hate sucdarkirin û di dadgeha ku bê ku mafê xweparastinê bide Celaliyan, de cezayê darvekirinê lê hate birîn.
Piştre ev ceza ji aliyê Dadgeha Pêdeçûnê ve jî hate erêkirin. Zeyneb Celaliyan li rastî gelek îşkence û cezayê hucreyî jî hatiye. Hêjayê gotinê ye ku Celaliyan niha di girtîgeha Navendî ya Kirmanşanê de tê ragirtin.
17 GIRTIYÊN KURD ÊN SIYASÎ BI ÎDAMÊ RE RÛ BI RÛ NE
Hêjayê gotinê ye ku girtiyên Kurd ên siyasî yên bi navê; Şêrko Mearifî, Hebîbûlla Letîfî, Samî Husênî, Cemal Mihemedî, Rustem Erkiya, Mistefa Selîmî, Enwer Rostemî, Îrec Mihemedî, Mihemed Emîn Agûşî, Ehmed Pûladxanî, Hesen Tale'î, Ezîz Mihemedizade, Hebibulla Gulperîpûr, Ebdûlah Sirurî, Reşîd Axkendî, Loqman Muradi ve Zanyar Muradi jî heta niha di bin metirsiya darvekirinê ne. .
ANF NEWS AGENCY