Cibûrî: Em ji bo xortkirina peywendiyên ligel Hewlêrê hatine
Selîm Cibûrî û Yûsif Mihemed Selîm Cibûrî û Yûsif Mihemed HEWLÊR/RojNews
Serokê parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî li Hewlêrê ligel serokê parlamentoya Herêma Kurdistanê Yûsif Mihemed hevdînek pêkanî. Yûsif Mihemed da zanîn ku yek ji sedemên serhildana nakokiyên li Iraqê, hewldanê takrewî yên ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê ve ye.
Îro serokê parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî bi rêya balafirxaneya Hewlêrê, gihişt Herêma Kurdistanê. Cibirû li parlamentoya Herêma Kurdistanê, ligel serokê parlamentoya Herêma Kurdistanê Yûsif Mihemed civiya. Piştre jî Cibûrî û Mihemed daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Serokê parlamentoya Herêma Kurdistanê Yûsif Mihemed di civîna çapemeniyê de wiha got: “Me ligel serokê parlamentoya Iraqê pirsgirêka budce û mûçeya (miaş) karmendên Herêma Kurdistanê guftûgo kir. Tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku nabe ji ber ti sedemekê budce û miaşê xelkê were birîn.”
Yûsif Mihemed derbarê çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de wiha got: “Ji bo çareserkirina milmilanêyan, pêwîste em hemû alîkarê hev bin, beşdar bibin, hemû pêşniyar û sozên xwe bixin di pratîkê de. Herwekî hemû hewla çareserkirina pirsgirêkan bidin.”
Serokê parlamentoya Herêma Kurdistanê wiha got: “Hewldanên tekalî yên hikûmkirina tevayî Iraqê ya ji aliyê hikûmeta navendî ve dibe sedemê serhildana pirsgirêk û nakokiyên neteweyî û mezhebî. Lewra fikirîna baviksalarî ya Bexdayê ya di rêvebirinê dewletê de, sedema serhildana krîza li Iraqê ye.”
Serokê parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî jî di civîna çapemeniyê ya hevpar a ligel Yûsif Mihemed de axivî û wiha got: “Em hatine peywendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê xort bikin. Pirsgirêkên giring bi hev re guftûgo bikin û bigihîn peymanekê.”
Cibûrî wiha got: “Em soz didin ku hemû peymanên hikûmeta navendî ligel Herêma Kurdistanê rêkeftin li ser kirî, bênin cih. Em pêwîst dibînin ku kurd biçin Bexdayê û ji bo tevlî pêvaya rêvebirina Iraqê bibin.”
Selîm Cibûrî da zanîn ku kabîneya nû ya Iraqê bi rêkeftin çêbûye û wiha pêdeçû: “Kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê bi rêkeftina siyasî çêbûye. Nûnertiya hemû aliyan dike û dibe hikûmetek ku cihê baweriya me hemûyan be.”
Serokê parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî ji ber parastina axa Herêma Kurdistanê, spasiya pêşmergeyan kir. Cibûrî ji ber ku Herêma Kurdistanê li hewara penaberan çûye û dergehê xwe ji wan vekiriye jî, spasiya Herêma Kurdistanê kir.