Cihê dadgerê dosya KCK'ê guhartin
ENQERE - Desteya Bilind a Dozger û Dadgeran (HSYK) endamê 6. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ku siyasetmedarên ji doza KCK’ê tên darizandin, Selahaddin Meteş şandin dadgeheke din û rayeyên wî yên taybet jê wergirt.
Duh biryarnameya ku HSYK’ê ku 150 dadgeran digire nava xwe weşandî de guhertinekî balkêş ket berçavan.Dadger Menteş yê ku di nava heyeta doza KCK’ê bi rêve dibin de cih digire, jibo Serokatiya 1’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê tayîn kirin. Li cihê wî jî dadgerê 2’mîn Dadgeha Cezayê Asliye yê Amedê Necatî Turkmen anî.
Menteş di derbarê pirsgirêka Kurd de bi pîvantir û nerimtir dihat zanîn. Bi vê ve girêdayî mînaka herî balkêş, dema ku parêzer Sebahedîn Korkmaz di panelekê de axivî û axaftinên wî weke propagandayên PKK’ê hatibû binav kirin û li 6’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê salekê cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, hingê derketibû holê. Menteş berevajî du endaman li dijî biryara girtinê derketibû. Menteş di nivîsa xwe ya dijdeng de bilêv kiribû ku, “Pêwîste pirsgirêka Kurd ji aliyê rewşenbîrên me, civaknasên me, pisporên siyastê, felsefevanên me, hiqûqnasên me û parlementoya me ve bi awayek vekirî û pêşdarezan bê nîqaş kirin û bi encam bikin.”
Menteş, di doza “zarokên kevir di avêtin” de ew cezayên ku dane zarokên dihatin darezandin, cihê şîroveyê hêla bû.