Cil û bergên Newrozê jî amade ne!
AMED (DÎHA) - Di van rojên ku agirê Newrozê gur bûye de eleqeyeke zêde ji bo dikkanên cil û bergên kurdî difiroşin çêbûye. Esnaf, ji ber eleqeya zêde heta derengiya şevê dixebitin diyar kirin ku herî zêde kincên bi rengê kesk û sor û zer tên tercihkirin.
Têkildarî Newroza dîrokî herî qelebalix a Amedê xebat tenê bi karên Komîteya Amadekar a Newrozê ve bi sînor namînin. Yek ji amadekariyên din jî li dikkanên ku cil û bergên kurdî yên herêmî difroşin jî pêk tê. Welatiyên dixwazin bi rengên kurdî yên herêmî tevlî Newrozê bibin, ketin nav heyecana kincan.
'Divê ne tenê di rojên diyar de bên lixwekirin'
Welatiyên ku dixwazin bi rengên "kurdî" tevlî Newroza dîrokî ya Amedê bibin diherikin dikanên ku cil û bergên neteweyî yên kurdî li xwe dikin. Nuray Ektî ya ji sala 1999'an ve van cil û bergan di serî de Amed li herêm û Tirkiyeyê belav dike diyar kir ku ji bo pêdiviyên gel bi cih bînin bi ekîbeke ji 10 kesan dixebitin. Ektî, anî ziman ku bi Newrozê re xwesteka ji van kincan re zêde bûye û got, "Dema me nû dest bi vî karî kir, tenê me xîtabî jinan dikir. Lê niha ji bo zilaman jî modelên cur bi cur derketin holê. Dîsa ji bo zarokan jî daxwazeke zêde heye. Ektî, xwest ku divê ev kinc di dolaba her kesî de hebin û tenê di rojên diyar de neyên li xwe kirin. Ektî, got ku ji ber pîrozbahiyên Newrozê herî zêde li ser daxwaza ciwanan kincên "leşkerî" û "şal û şapik" dirûtine.
Ji Kurdistan û Ocalan re eleqeyeke zêde
Emrullah Zumrut jî destnîşan kir ku ji ber daxwaza zêde bi taybet herî zêde tîşortên "Kurdistan" didûrin û bi zehmet bersivê didin ev qas pêdiviyan. Zumrut anî ziman ku bazinborên wêneyên Ocalan li ser di van demên dawiyê de rastî eleqeyeke zêde tên.
Ji yekê derket 50
Dikanên ku cil û bergên kurdî difiroşin di sala 1999'an de ku tenê yek bû niha tenê li Amedê 50 derbas kirine. Cil û bergên kurdî yên rengareng ku bi kedeke mezin tên dirûtin bihayên wan di navbera 60-500 TL de tên guhertin.
(yş/mae)