Cinêv-3 dikeve rojevê
ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN– Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Mîhaîl Bogdanov got ku ew hêvî dikin ku hevdîtinên di navber rêjîma Sûriyê û Opozisyona Sûriyê de careke din destpê bike. Bogdanov, diyar kir ku ew ê bi alîkariya Emrîka û Neteweyên Yekbûyî hewl bidin civîna Cinêv-3 dest pê bike.
Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Mîhaîl Bogdanov piştî civîna serokên ereban a li Kiwêtê hate lidarxistin bi dawî bû ji Televizyona Rûsya El-Yewm re axivî û got ku wan hevdîtina bi nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Exzer El-Ibrehîmî re pêk anîne û nîqaşkirine ku careked din zemîne hevdîtinan a di navbera rêjîmê û opozisyonê bê amadekirin û wiha axivî: ''Zemîna hevdîtinên di navber rêjîmê û opozisyonê heye.''
Bogdanov, diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê pêwîstî bi seber û xebatên berfirehtir heme û got em diyar kir ku ew hêvîdikin hevdîtiyên li ser Sûriyê di navber Rûsya, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Neteweyên Yekbûyî bêne lidarxistin û beşê 3'yemîn ji hevdîtinên Cinêvê xebatên xwe bicin destpêkirin. Bogdanov, tekez kir ku ji bo çareserkirina rewşa Sûriyê ew amadene bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîka hevdîtinan bikin û li ser esasê peymanên berê alîkariyan bikin ku rêbazên çareseriyê bêne dîtin.
Bogdanov, da zanîn ku hewldanên Rûsya tenê ne bese û got ku pêwîstî bi xebatên hevbeş hene û wiha dom kir: ''Mezinbûna komên tereo dê bandora neynî li Tirkiyê û welatên ereban jî bike. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê pêwîstî bi xebatên hevbeş hene.''
(ie)