1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Civaka Başûrê Kurdistanê tê jehr kirin!
Civaka Başûrê Kurdistanê tê jehr kirin!,civaka,başûrê,kurdistanê,tê,jehr,kirin

Civaka Başûrê Kurdistanê tê jehr kirin!

Sê bûyer, sê bêexlaqiyên sîstem hewl didin xwe bi rêya wan li ser piyan bihêle

A+ A-

ANF - Dîlek Akdenîz Sê bûyer, sê bêexlaqiyên sîstem hewl didin xwe bi rêya wan li ser piyan bihêle.

Di warê teorîk de, dibe ku ev hersê gotin demborî ne, carna li mejî bicih dibin, lê bi demê re ji bîra me diçin.

Lê belê, eger mirov dixwazin pratîkbûyîna van hersê gotinan bibînin, divê mirov Başûrê Kurdistanê û li Tirkiyeyê binêrin. Başûrê Kurdistanê di warê siyasî û aborî de li her qada jiyanê ketiye nava çiravekê û dor lê hatiye pêçandin. Başûrê Kurdistanê bi vî halê xwe re, dest ji avakirina dewletekê berde, wer xuyaye wê deskeftiyên xwe wenda bike û bide wendakirin. Ji ber ku li cihê hêzeke bê kontrol heye, bi tenê pêşketineke bê kontrol dikare rû bide.

Belê, li vî welatê ku pêşketineke bê kontrol heye, ne diyare kî bi çi re mijûl dibe. Iraq, bi taybetî jî Başûrê Kurdistanê, ji ber vê tevlîhevî û ne diyariyê, veguhere navendeke rantê ya hêzên aborî yên derve û hundir. Hin hêz ji vî şerî sûdê werdigirin û bi kargehên mezin re hikumê li ser herêmê dikin. Hin hêz jî li ser firotina jinan an got "fûhûşê" hewl didin pere qezenç bikin. Jinên ji Fînlandiya û Endonezyayê, ku ji bo kar diherikin herêmê, di bin navê karên li kargehên paqijiyê, li rêya organîzasyon û çeteyan, rojane tên firotin. Lewma agahî tê ku, hewl tê dayîn karê fûhûştê were rewakirin. Herçend qaşo hin destwedanên hukûmeta herêmî li vê rewşê çê bibe jî, gelek caran di çarçoveya berjewendiyên xwe yên siyasî de, çav lê digire. Ji bo fûhûş li herêmê belav bibe, erkanên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka xebateke taybet dimeşînin. Bi taybetî keçên ciwan ên Kurd ên di navbera 16-20 salî de, ji malbatên wan qut dikin, di perwerdeyeke civakî re derbas dikin û di karê fûhûşê de tên bikaranîn. Ji bo fûhûşê bike sektor, gelek keçên Kurd li Emerîka yan jî Îngilîstanê perwerde dikin û tînin herêmê. Li herêmê, hejmara mirovên her roj dimirin danakevin binê bîstan û roj bi roj, nirx û ehlaqa civakê tê binpêkirin.

Ji bo moralê leşkerên Emerîkî yên bi mehan li bajarên Ereban ên Iraqê şer dikin were başkirin, hin bajarên Başûrê Kurdistanê weke navendên bêhndanê yan kêfê tên destnîşankirin. Pêdiviya bingehîn a leşkerên diçin kêfê, bêguman beriya her tiştî jin û pêdiviyên wan ên zayendî ne. Vê yekê jî bi pêşkêşkirina keçên Kurd ên ji Başûrê Kurdistanê dikin.

Ev hêz, bi tenê bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û hêzên pê ve girêdayî sînorkirî namîne, gelek hêzên li wir kar dimeşînin jî, vê yekê dikin. Tirkiye di serê van welatan de tê. Konsepta şerê taybet a Tirk ji aliyekî ve rêveberiya Başûrê Kurdistanê li ber medyayê biçûk dike, bi xwe re nabîne pê re rûnê, ji aliyê din ve jî her şêweyên bêexlaqiyê, qirêjiyê li herêmê dimeşîne. Kargehên Mak-Yol, Nûrsoy, Dosko, Çevîkler, Taş Yapi, Yuksel, Barkinlar, Nûr, RE-BA, Fefoglu yên ser bi OYAK'ê ku piştî destwerdana Iraqê herêm ji aliyê aboriyê ve dorpêç kiriye, serkêşiya karê bikaranîna jinan dikin. Di heman demê de rêveberên van kargehan, jinan servîsî otêlên luks (Shereton, Hawraman, dimdim, Çira, Zeytîn) dikin. Sektora fûhûşê, bi rêya xebatkarên li van otêlan hatine bicihkirin, ji herkesê dixwaze re jin tên peydakirin. Ev jin, ne tenê ji aliyê van kargehan ve, di heman demê de ji aliyê Başûriyên bi wan re dixebitin ve jî tên bikaranîn.

Dewlet û artêşa Tirk çawa ku li Bakurê Kurdistanê bajarên mezin û bi bandor Amed, Êlih, Wan, Colemêrg dikin hedefa xwe, li Başûrê Kurdistanê jî bajarên Dihok, Zaxo, Hewlêr û Silêmaniye dike hedef û bi nokerên xwen yên Başûrî re, di bin navê zewacê de keçên ciwan dixapîne û diavêje nava çirava fûhûşê. Dewleta Tirk, çi li Bakur çi li Başûr, li her cihê Kurd lê dijîn ciwanan dixin nava esrar, eroîn, alkol, kokaîn û çi jin ji mêr, ciwanên Kurd jehrî dike.

Dewleta çete ya Kurd ku tişta dixwest 30 sal in bîne serê Kurdistanê lê nekarî pêk bianiya, niha bi polîtîkayên qirêj dixwaze vê bicih bîne. Yek ji van polîtîkayan jî kuştina kurdan bi destê kurdan e. Li gorî lêkolîneke berî çend rojan li Amedê hat kirin, rêjeya bêkariyê ji sedî 70 ye. Eger bajarê herî pêşketî yê Kurdistanê di vê rewşê de be, hingî rewşa bajarên din li ber çavan e. Gelê Kurd ê dixwazin bi birçîbûnê bîne ser rê, niha jî bi karên qirêj re rû bi rû ye. Xebatên ajankirinê yên demên dawî jî, ji vê ne cûda ye. Balkêşe, di nava kesên ku karê ajantiyê dikin de, Tirkekî bi tenê jî nîne. Hemû Kurd in, hemû mirovên ku malbatên wan di warê aborî de rewşa wan ne baş e. Xeyala van ciwanan, dewlemendî, pere, mal, milk û jiyaneke mirovane ye. Ji ber vê yekê, bêhna pere ji kîjan karî were, ew berê xwe didin wê derê. Hatiye wê rayedeyê, ku ciwanên Kurd di rêya perede dikarin xwe bikujin, bidin kuştin, di ser de hemû nirxên xwe yên azadî û civakê bombe bikin. Li gel polîtîkaya ajankirinê, karê dijmin ê fûhûş û eroînê di dema dawî de zêde bû. Bi vê yekê re êrişeke demdirêj li dijî jin û ciwanan heye, ku ev herdu beşên civakê, hêza çalak a têkoşînê ne.

Min hewl da di vê nivîsa xwe de rastiya bi êş a şer, encamên wê, polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk li dijî Bakur û Başûrê Kurdistanê bi çend gotinan bîne ziman. Li beramberî vê rewşê, divê malbatên Kurd bi hestiyarî li zarokên xwe û ciwanên Kurd xwedî derkevin û destûrê nedin bi hejmara fûhuş esrar, eroîn hwd. bikevin. Divê wan ji van hemû tiryakiyên bêehlaqî biparêzin.