´Civaka ku aştiyê bixwaze divê dengê wê berz be´
MUTHA ÇETÎN/ KADRÎ OZKAN
STENBOL (DÎHA) - Alk Doç. Dr. Nazan Ustundag, diyar kir ku pir girîng e ku di vê pêvoya çareseriyê de her kes li ser çareseriya pirsgirêka kurd niqaş dike û heyecanê dide wê. Ustundag, anî ziman ku bendewariya wê ya konferansê niqaşkirina mînakên aştiyê yên cîhanê û hûnandina vê pêvajoyê ye. Prof. Dr. Nukhet Sîrman jî anî ziman ku li Tirkiyeyê bi salan e şerê derûnîe tê meşandin û ji bo ev pêşdarazî û hukmê şerê taybet ji holê rabe ev konferans pir girîn e. Sîrmen, anî ziman ku civaka bi rastî aştiyê dixwaze divê dengê wê yê çareseriyê pir xurt û bilind be.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi peyama Newroza 21'ê Adarê ya Amedê pêvajoyek nû da destpêkirin. Li ser vê pêvajoyê KCK'ê agirbest ilan kir û piştre di 8'ê Gulanê de hêzên HPG'ê dest bi vekişînê kirin. Di vê pêvajoya ku KCK'ê agirbest îlan kiriye û HPG'ê dest bi veşiyînê kirine de saziyên zivîl û demokratîk, nivîskar, rewşenbir, akademîsyen û piraniya civakê piştgiriyê dide pêvajoyê û dikevin nava hewldanan. Ji bo aştiyek mayinde pêş bikeve û pirsgirêk bi riya demokrasî û diyalogê çareser bibe Bangawazên Çareseriyê dê di pêşengiya HDK'ê de di 25-26'ê Gulanê de li Enqereyê Konferansa Aştî û Demokrasiyê pêk bîne. Beşdarê konferansê Hindekara Zanîngeha Bogazîçiyê Alk Doç. Dr. Nazan Ustundag û Hîndekara Zanîngeha Bogaziçi Prof. Dr. Nukhet Sirman der barê pêvajoyê de nerinînên xwe anîn ziman.
Alk Doç. Dr. Nazan Ustundag, diyar kir ku piştî salên 1990'an û şûnde li gelek welatiyên cîhanê gavên aştiyê hatin avêtin û wiha got: "Bêçekbûn gava herî dawî û zahmet e. Demek dirêj jêre dixwaze. Divê pênaseya helwelatiyê ji nûve bê kirin û makeqanûna demokratîk û sivîl mafê her kesî biparêze û pêş bixe. Divê komîsyonên lêkolîna heqîqetê bê avakirin û dest bi lêkolînên binpêkirinên mafan bike. Di vê pêvajoya aştiyê de vekişîn û bêçalakî gelek girîng e. Dîsa piştî vekişînê gavên bên avêtin gelek girîng in.
'Peyvira mezin dikeve ser qada siyasî'
Ustundag, ani ziman ku piştgiriyê dide xebatên Komîsyona Mirovên Aqilmend û xwest karibin mudaxîlî rapora ku ji aliye komîsyonê ve bê amadekirin bibin. Ustundag, xwest aliyek tenê neyê dîtin û di raporê de her tişt aşkere bê dîtin. Ustundag, destnîşan kir ku ev pêvajoya amadekariyên makeqanûnê wê dixe nava fikaran. Hêj pênaseya welatiyê nehatiye guhertin. Hêj girtiyên di bin navê doza KCK'ê de nehatine berdan. Dîsa mijara heqîqetê me dixe nava fikaran. Hêj winda nehatine dîtin Hêj kesên di salên 90'an de ferman dan kuştin û windayan li ser kar in. Ev darizandin dê çawa pêk bê. Li gel her tiştî em di nava heyecanekê dene. Gelek kesên din di nava têkoşîna çereseriyê dene. Di vê pêvajoyê de. Divê êdî rê li pêşiya aktorên siyasî yên nû bên vekirin û her kes dikaribin di qada siyasî de rol û erkên xwe yên siyaseta demokratîk bilîzin. Di 25'e Gulanê de dê konfrerans pêk bê. Ev 4 konferansên ku pêk bên dê ji bo pêvajoyê gelek erênî bin.
'Divê jin di navendê de cih bigirin'
Aktivîsta aştiyê û hîndekara Zanîngeha Bogazîçî Prof. Dr. Nukhet Sirman, jî bal kişand ser vekişînê û fikarên gel û wiha got: "Gelê Kurdistanê ji gerîlla re dibêjin hûn biçin dê me perçe bikin. Ev fikarek muhîm e. Lê tu carî gelê rojava ev fikarên gelê rojhilat fam nekir. Bi salan medya şerê derûnî meşand û her tişt berovajî nîşan da. Ji ber ku gelen Rojava nizanin Gelê Rojhilat çi jiyaye ev li pêş demokratîkbûnê dibe astengiya herî mezin. Li gel ku vekişînê dest pê kiriye jî hêj gavên şênber nehatine avêtin. Ev fikaran zêde dike. Konferansa ewil a pêvajoyê jinan pêk anî. Ji bo ku li her derê aştî bê axaftin ev konferans xwedî girîngiyek taybet e. Civaka ku aştiyê dixwaze divê dengê wê pir berz, xurt û zindî be. Divê bi taybet jin daxwazên xwe bînin ziman û di navendê de cih bigirin."
(mae)