1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Civata Îsmaîl Aga endaman dişîne ji DAIŞ'ê re'
'Civata Îsmaîl Aga endaman dişîne ji DAIŞ'ê re',civata,îsmaîl,aga,endaman,dişîne,ji,daiş,ê,re

'Civata Îsmaîl Aga endaman dişîne ji DAIŞ'ê re'

Ramazan Başol ê ji Konyayê xwest tevlî DAIŞ'ê bibe û ji aliyê YPG'ê ve hat girtin, diyar kir ku civata Îsmaîl Aga ya li Konyayê dixebite, ew şandiye nava DAIŞ'ê

A+ A-

CIZÎR - SEDAT SÛR / ANF Yek ji navendên DAIŞ lê dixebite û Kurd rastî êrîşan tê Konya ye. Ramazan Başol ê ji Konyayê xwest tevlî DAIŞ'ê bibe û ji aliyê YPG'ê ve hat girtin, diyar kir ku civata Îsmaîl Aga ya li Konyayê dixebite, ew şandiye nava DAIŞ'ê. Başol anî ziman ku civata Îsmaîl Aga ji DAIŞ'ê re endam û desteka lojîstîk dişîne.

Başol ragihand ku ev civat li taxên navenda Konyayê xwedî malên perwerdeya 'cîhadê' didin e û da zanîn ku kesên li van malan perwerdeyê dibînin, tevlî çeteya DAIŞ'ê tê kirin.

Endamê DAIŞ'ê Ramazan Başol ê ji aliyê YPG'ê ve hat girtin, dema naskirina Civata Îsmaîl Aga, şandina wî ji bo nava refên DAIŞ'ê û xebatên civatê yên ji bo destekkirina DAIŞ'ê ji ANF'ê re vegot.

Hûn dikarin xwe bi kurtasî bidin naskirin?

Navê min Ramazan Başol e, 24 salî me. Ji Akşehîr a Konyayê me. Jiyana min timî li gund derbas bû. Mîna her mirovekî ji rêzê, bi ola xwe dijiyam. Ti têkiliya min bi civatekê yan jî komeke olî re tinebû.

Beriya hûn tevlî DAIŞ'ê bibin, we çi dikirin, dema tevlîbûna we çawa destpê kir?

Beriya tevlî DAIŞ'ê bibim di meha Adarê de li Febrîqeya Konya Dîksan Otomotîv-Makas'ê min dest bi kar kir. panzdeh roj piştî destpêkirina kar, li beşa guhertina kincan kesekî weke hostayê makîna yê bi navê Hakki Efendî hat cem min. Me hev nas kir û pirsa 'tu bi kîjan civatê ve girêdayî ye' kir. Min got ku têkiliya min bi ti civatan re nîne. Ji ber ku riya min dirêj bû, digot qey pêwendiya min bi civatekê re heye.

Ji min re got, 'tuyê tevlî me, tevlî civatê bibe?', min jî got, 'na kekê, eleqeya min bi civata re nîne, ji xwe bi awayekî betilî ez diçim malê'. Dûre çend carên din israr kir, rojekê ket milê min, ez îqna kir û bir civîna civatê. Civîn li qatê duyemîn ê avahiyeke ji sê qatan a li Meydana Zafer a li navenda Konyayê pêk hat. Piştre li vê derê du civînên din jî pêk hat. Cihê duyemîn ê civîna me maleke li nêzî otogara li Konyayê bû. Herî dawî beriya bêm, em çûn malekê. Ev mal jî li taxa Bosna ya li navenda Konyayê ye.

We timî mal diguherand?

Belê, malên me timî diguherîn.

Çima?

Min hingî fêm nedikir, lê niha fêm dikim. Ji ber ku civîn bi dizî dihatin lidarxistin, me timî mal diguherandin. Wê demê me qet nepirsî. Ji bo mal deşîfre nebin, timî dihatin guhertin.

Mijarên sohbetan çi bûn?

Di destpêkê de li ser alîkariya hev a di navbera mirovan, di navbera Misilmanan de sohbet dihat kirin. Dûre gotin hat ser 'cîhadê'. Êdî sohbet derket asteke din. Şer, bûyerên li Sûriyeyê diqewimin û cîhad di sohbetan de bêhtir derketin pêş.

Çi dihat vegotin?

Dihat gotin, 'Dema Misilman di rewşeke zehmet de bin, divê alîkarî jê re bê dayîn'. Digotin ku DAIŞ di rewşeke zehmet de ye.

Kê axaftinên li sohbetê dikir?

Bi giranî Hakki Efendî diaxivî. Em 8-9 kes bûn, me li wî guhdarî dikir. Koma em bi hev re tevlî sohbetan dibû, ji heman kesan pêk dihat. Komên din jî hebûn, lê belê me ew nas nedikir. Berpirsyarê koma me Hakki Efendî bû. Komên din jî di rojên xwe de dihatin sohbet-perwerdeya xwe dikirin.

Di vê demê de civatê ji bo DAIŞ'ê ti kampanya alîkariyê meşand?

Belê, li navend û gundên derdorê yên Konyayê alîkariya xwarin û kincan berhev kir. Bi giranî genim ji gundan dihat komkirin. Dûre genim dihat firotin û pereyê jê dihat, ji DAIŞ'ê re dihat şandin.

Ev kar bi pêşengiya kê ve dihat kirin, hûn di nava berhevkirina vê alîkariyê de hebûn?

Xebatên alîkariyê jî bi serkêşiya Hakki Efendî dihat kirin. Çend caran min jî ev kar kir. Bi giranî tevlî xebatên alîkariya ji gundan dihat komkirin, bûm.

Bi çi rengî we biryar dan tevlî DAIŞ'ê bibin?

Piştî ku hat gotin DAIŞ di rewşeke zehmet de ye, sohbet êdî li ser tevlîbûnê, li ser çûyîna destekkirinê dihat kirin. Li ser vê yekê ji min re hat gotin ku divê ez jî biçim û di nava wan de cih bigirim. Min jî qebûl kir.

Ji we nepirsîn ku dixwazî yan naxwazî tevlî bibe?

Ez tevlî civatê bûbûm, bêyî li nêrîna mirovan bipirsin, ew dişand. Bi tenê gotin, 'Tuyê biçe nava artêşa Îslamê'. Şuştina mejî ev e. Me di nava civatê de şuştina mejî fêm kir.

Ji bilî we ciwan hene ku ji çeteyên DAIŞ'ê re hatine şandin?

Belê, di sohbetan de digotin ku gelek kes çûne, ji bo DAIŞ'ê şer dikin. Ji xwe bi vî rengî em motîve kirin. Ji bo ciwanên çûbûn, axaftinên pesindayînê dikirin.

Hûn kengî ji Konyayê derketin?

Ji me re gotibûn ku divê ji bo çûyînê em xwe amade bikin. Di meha Gulanê roja Pêncşemê de Hakki Efendî saet di 22:00 de li min geriya û ez bir otogara Konyayê. Li vê derê ez li otobusa Rihayê siwar kir û ji min re got, 'Li ber marketeke nêzî deriyê sînor ê Murşîtpinarê yê navçeya Riha Pirsûsê, wê kûryeyê me yê bi navê Ûrafli Feyzûllah te werbigire û derbasî Sûriyeyê bike." Ez bi rê ketim, gihaştim Rihayê lê li wir peya nebûm. Dadgeha hevalên min li Wanê hebû. Em bi hev re çûn, hefteyekê li Wanê em di nava leşkeriyê de man. Dûre hevalê min vegeriya cihê xwe yê wezîfeyê. Ez jî ji wir derbasî Amedê bûm. Ji vir jî, weke ku Hakki Efendî got ez derbasî Rihayê bûm û çûm ber marketeke nêzî Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê.

We kûryeyê bi navê Ûrfali Feyzûllah çawa nas kirin?

Hakki Efendî, beriya bi rê bikevin wêneyê Ûrfali Feyzûllah nîşanî min da. Di dema sohbetên civatê de, piştî ku biryar hat dayîn divê ez biçim, wêneyên min jî kişandibûn. Ev wêne berê ji Ûrfali Feyzûllah re şandibû. Me yê hev du bi vî rengî nas bikira.

Bi Ûrafli Feyzûllah re we li cihê hat diyarkirin, hev du dîtin?

Na, Ûrfali Feyzûllah nehat. Ji ber ku ez di wexta xwe de neçûm wir. Ji ber vê yekê dibêjim, ew nehat.

Dema nehat we çi kir?

Dema nehat, min berê xwe da Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê. Li wir leşker tinebû, min xwe ji ser derî avêt û derbasî aliyê din bûm.

We nizanîbûn ku ev herêm di bin kontrola YPG'ê de ye?

Na min nizanîbû. Min digot qey ez derbasî herêma DAIŞ'ê bûme. Piştî ku derbas bûm, kesên bi kincê leşkerî ez pêşwazî kirin. Bi Tirkî nizanîbûn, yekî bi Tirkî zanî hat. Ji min pirsî ku bi kîjan armancê hatime, min jî got, 'ji bo cîhadê hatime'. Dema min ev got, ez birin avahiyeke nêzî derî. Çay, cixare dan min. Dûre me bi hev re sohbet kir. Piştre ekîbek hat û ez bi xwe re bir.

Bangek we ji bo ciwanên li Konyayê dijîn, heye?

Bila ti kes nekeve rewşa ez ketimê. Bila xwe nêzî civata ku ez xist vî halî, nekin. Heta ji wan tê, bila xwe ji vê civatê vegirin. Bila nehêlin mejiyê wan bişon. Rewşa ez ketimê, li holê ye.