1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Civyan: Ji bo azadkirina Şengalê divê em yekîtiya Kurdan pêk bînin
Civyan: Ji bo azadkirina Şengalê divê em yekîtiya Kurdan pêk bînin,civyan,ji,bo,azadkirina,şengalê,divê,em,yekîtiya,kurdan,pêk,bînin

Civyan: Ji bo azadkirina Şengalê divê em yekîtiya Kurdan pêk bînin

Fermandarê HPG'ê yê Şengalê Egîd Civyan, rewşa dawî ya li Şengalê û pêvajoya ji niha û pê ve, ji ANF'ê re nirxand

A+ A-

ŞENGAL/ANF - BAHOZ AMED/KÛRTAY SERHAT

VÎDEO: https://www.youtube.com/watch?v=_8CEkDBLqHI

Fermandarê HPG'ê yê Şengalê Egîd Civyan, rewşa dawî ya li Şengalê û pêvajoya ji niha û pê ve, ji ANF'ê re nirxand.

Civyan bibîr xist, ku ji roja destpêkê ya êrîş û komkujiya li hemberî Şengalê û vir ve weke hêzên azadiya Kurdistanê ew li çiyayê Şengalê ne û 15 meh in li ber xwe didin. Civyan got, "Di nava 15 mehên bihurî de civaka me ya Êzidî li bendê ma ku em Şengalê ji çeteyan paqij bikin. Xwest ku em mirovên xwe yên esîr hatine girtin rizgar bikin û gel vegere Şengalê. Eger Şengal heta roja îro nehatibe azadkirin, ev yek ji bo hemû partî û hêzên çekdar ên Kurd cihê rexnedayînê ye."

'ŞENGAL DIKARE JI NÛ VE BIBE NAVENDA ÇAVKANIYA JIYANÊ'

Civyan destnîşan kir ku ew ê her cihên çeteyên DAIŞ'ê lê ne azad bikin û got, "Dema li têkşîna li Sûriye, Rojava û Iraqê bê temaşekirin, wê were dîtin ku şikestineke mezin di nava çeteyan de rû daye. Û em gihaştine demeke welê ku ne tenê Şengal, em dikarin her cihên çeteyên faşîst DAIŞ lê ne, azad bikin. Ev der dikare ji nû ve bibe navenda çavkaniya jiyanê. Dem hatiye ku em bi şêweyekî bi lez û bez li dijî DAIŞ'ê têbikoş in."

'PKK RÊXISTINEKE KU TEVAHIYA NIRXÊN MIROVAHIYÊ DIPARÊZE'

Fermandarê HPG'ê yê Şengalê Egîd Civyan nerazîbûneke tund nîşanî hin daxuyaniyên di çapemeniya Başûrê Kurdistanê de hatin weşandin da û destnîşan kir ku nûçeyên bi vî rengî li dijî nirx û berjewendiyên neteweyî ne. Civyan destnîşan kir ku PKK ne tenê rêxistineke ji bo Bakurê Kurdistanê ye û got, "Di dema dawî de di çapemeniya Başûrê Kurdistanê de hin nûçe tên weşandin. Hin gotinên 'amadekariyên ji bo azadkirina Şengalê, amadekariyên operasyonê tên kirin' di çapemeniyê de hatin weşandin. Piştî ku daxuyaniyên bi vî rengî hatin dayîn, mijara azadkirina Şengalê jî ket rojeva gelê me. Hin daxuyaniyên di vê der barê de tên kirin jî li dijî berjewendiyên neteweyî yên gelê me ne. Hin rêveberên Başûr dibêjin k ew ê Şengalê azad bikin, lê belê ti kesî tevlî vê operasyona azadkirinê nekin. Dibêjin 'Em naxwazin PKK û rêxistinên din tevlî vê operasyonê bibe'. Dibêjin, 'Bi tenê em ê tevlî operasyonê bibin, Şengal a me ye'. Hin radibin bêhtir zêdegaviyê dikin û dibêjin, 'PKK rêxistineke ne ji Başûrê Kurdistanê ye, karekî xwe li çiyayê Şengalê nîne, armanca wan a li çiyayê Şengalê çi ye'. Ev daxuyanî, gotinên nankorî ne. Li dijî berjewendî û nirxên neteweyî yên gelê me ne. Ti kes nikare bêje 'PKK ne ji Şengalê ye, karekî PKK'ê li Şengalê nîne, PKK bi tenê rêxistinek ji Bakurê Kurdistanê ye'. Nêzîkatiyên bi vî rengî zerarê dide berjewendî û nirxên neteweyî. PKK ne tenê rêxistinek ji Bakurê Kurdistanê ye, rêxistinek hemû nirxên mirovahiyê diparêze. Li dijî her şêwe êrîşên li hemberî gelên bindest û mirovahiyê, teevgereke ku bindestan diparêze."

'ÇETEYAN WÊ ŞENGAL JI XWE RE BIKIRA NAVENDA LEŞKERÎ'

Civyan diyar kir ku eger li hemberî parçeyên Kurdistanê êrîş bê kirin, ew ê her tim vê xakê û gelê xwe biparêzin û got, "Dema em hatin ji bo parastina civaka xwe ya Êzidî û gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê, li vê derê xelekek ji agir hebû. Ji bo parastina Kurdistan û gelê xwe, bêteredût me xwe berdan nava vê xeleka ji agir. Eger têkoşîna me nebûya wê Şengal niha di nava agir de bişewitiya û ti kes wê nikarîbûya behsa azadiya Şengalê bikira. Wê kesî nikarîbû behsa hebûna Êzidiyan bikira. Çeteyan wê Şengal ji xwe re bikira navendekeleşkerî. Û di ser Şengalê re êrîşî Başûrê Kurdistanê û cihên li derdorê bikira. Eger destwerdana me nebûya, wê Şengal biketa vê rewşê. Dîrokê ev yek îspat kir û tevahiya cîhanê ev yek gelekî baş dît. Nêzîkatiyên ku vê rastiyê nebînin ne exlaqî ne û li dijî nirxên neteweyî ne."

'CIHAN HEMÛ LI DIJÎ DAIŞ'Ê TÊKOŞÎNEKE HEVPAR DIMEŞÎNE'

Fermandarê HPG'ê yê Herêma Şengalê Egîd Civyan got, "Roj êdî ji bo Kurdan roja yekîtiyê ye" û banga yekîtiyê li tevahiya partiyên Kurd û hêzên çekdar kir. Civyan da xuyakirin ku armanca hebûna wan a li Şengalê ew e ku Şengalê bikin sembola yekîtiya Kurdan û got, "Tevahiya cîhan niha li ser tekoşîneke hevpar a li dijî DAIŞ'ê disekine. Ji Amerîka heta Rûsya, Çînê, ji Çînê heta Îranê hemû dewlet û blok, nîqaş dikin ku bi çi rengî li hemberî DAIŞ'ê têbikoş in, DAIŞ'ê tine bikin. Şengal ji bo hemû Kurdan meseleya namûsê ye. Ji bo tevahiya mirovahiyê mijara namûsê ye. Ji ber vê yekê berxwedan û yekîtiya li Şengalê jî wê bi tîpên zêrîn li dîrokê were nivîsandin. Eger em li Şengalê yekîtiyê pêk neeynin, şaşîtiyê bikin, vê carê wê weke gemarekê li me bimîne. Ti kes wê nikaribe ji binê vî berpirsyariyê rabe."

'EM ŞENGALÊ BIKIN SEMBOLA YEKÎTÎ Û NETEWETIYA KURDAN'

Civyan da xuyakirin ku weke HPG ew dixwazin Şengalê veguherîne navenda yekîtiya Kurdan û got, "Em dixwazin bikin sembola vê yekîtiyê. Çawa ku li Bakurê Kurdistanê dem hatiye ku Erdogan ê faşîst di sindoqan de bê definkirin û bê avêtin, li Şengalê jî dem hatiye ku çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst li deşta Mûsilê bê definkirin. Divê em êdî DAIŞ'ê li Şengalê tine bikin. Di vê pêvajoyê de ya em ê Şengalê bikin sembola yekîtiya gelê Kurd, ya jî wê bibe sembola parçebûn û tinebûna gelê Kurd. Em dixwazin bikin sembola yekîtî û netewetiya gelê Kurd."

Fermandarê HPG'ê yê Şengalê Egîd Civyan herî dawî diyar kir ku divê hemû operasyonên li dijî DAIŞ'ê, ne tenê li Şengalê li her cihî bi hevparî bên meşandin û anî ziman ku di hemû operasyonên hêzên koalîsyonê de ji bejahî ve ew ê destekê bidin.

Civyan got, "Rêveberiya rêxistina me beriya niha dabû xuyakirin ku ji bo operasyona azadkirina Mûsilê eme amade ne. Weke HPG em ji vê re jî amade ne. Di operasyon û berxwedana azadkirina Şengalê de ji xwe em hene. Heta niha di vê têkoşînê de 59 hevalên me şehîd ketin, zêdeyî 200 hevalên me birîndar bûn. Di vekirina korîdora Ceza-Deriyê Kersê de 90 şervanên YPG/YPJ'ê şehîd ketin. Ji nava YBŞ'ê 18 ciwanên Êzidî şehîd ketin. Azadkirina Şengalê ji bo şehîdan, deynê li stûyê me ye."

Civyan destnîşan kir ku ne tenê di operasyona azadkirina Şengalê de ew amade ne beşdarî hemû operasyonên li herêmê yên li hemberî DAIŞ'ê bibin.