1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Civîna li Viyenayê bi dawî bû
Civîna li Viyenayê bi dawî bû,civîna,li,viyenayê,bi,dawî,bû

Civîna li Viyenayê bi dawî bû

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS


 17 Aliyên ku li Viyenayê ji bo Sûriyeyê li hev civiyane, encamnameya civîna wan hate eşkerekirin.

Neteweyên Yekûbyî, Yekîtiya Ewrûpayê, Amerîka, Rûsya, Fransa, Almanya, Îran, Çîn, Iraq, Îtalya, Urdin, Libnan, Eman, Qeter, Siûdiyê, Îmarata Erebî û Tirkiye ku li Viyenayê ji bo Sûriyeyê civiyan encamnameya civîna xwe bi daxuyaniyekê eşkere kirin.

Tevî ku hê di navbera van hêzan de nakokî hene, hin xalên ku lihevkirin li ser çênebûne jî, gelek xalên ku li ser lihev kirine jî hene.

Li gorî encamnameya ku dezgehên çapemeniyê weşandine, xalên ku van hêzan li ser lihev kirine wiha ne:

-Yekîtiya Sûriyeyê, xaka wê û nasnameya wê tiştên bingehîn in. 

 -Saziyên dewletê divê bimînin. 

 -Divê mafên hemû Sûriyeyan were parastin bêyî ku li nijada wan were nêrîn. 

-Ji bo bidawîkirina şerê Sûriyeyê divê aliyê dîplomatîk were pêşxistin. 

 -Divê ewlehiya saziyên alîkariyên mirovahî ji bo herêmên Sûriye were misogerkirin. Beşdarên civînê divê piştgiriya koçberên li hundir û derveyî Sûriyeyê bikin. 

 -Divê DAIŞ û hevalbendên wê yên terorîst li gorî qanûna Encûmena Ewlehiyê ya Navnetwî werin bidawîkirin. 

 -Di çarçoveya xebatên li gorî daxuyaniya Cinevre ya 2012’an û li gorî biryara Encûmena Ewlehiyê ya Navnetewî ya 2118’an, beşdarên vê hevpeymanê ji Neteweyên Yekbûyî xwestin ku nûnerên hikûmeta Sûriye û opozîsyonê di pêngaveke siyasî de bîne gel hev, da ku hikûmetekê ava bikin. Ev hikûmet wê rastiya wê hebe, nûnertiya aliyekî neke. Piştî avakirina wê divê destûreke nû were dayîn û hilbijartin pêk werin. Ev hilbijartin divê bi çavdêriya NY’yê li gorî rêgezên navnetewî bi erêkirina hikûmetê werin kirin. Divê hilbijartinên azad û zelal bin ku hemû Sûriyên li hundir û li derve bikaribin beşdarî wê bibin. 

 -Sûriye pêvajoya siyasî birêve bibe û gelê Sûriye wê pêşeroja xwe diyar bike. 

 -Aliyên beşdar tevî Netewên Yekbûyî wê tiştên pêwîst amade bikin û agirbestekê li tevahiya welat pêk bînin. Ev yek wê di dîrokeke diyarkirî de bi pêvajoya siyasî re were kirin. -Aliyên beşdar wê di rojên pêş de xalên ku li ser lihev nekirine nîqaş bikin. Wezîr wê heta du hefteyên din careke din li hev rûnên.