Civîna Meclîsa Jinan dest pê kir
Meclîsa Jina ya BDP'ê ku 2 rojan bidom e, li avahiya BDP'ê ya Amedê dest pê kir
Meclîsa Jina ya BDP'ê ku 2 rojan bidom e, li avahiya BDP'ê ya Amedê dest pê kir. Endama Kordînasyona KCD'ê Ayla Akat Ata, diyar kir ku ji ber jin vê êşê baş dizanin em dê destûr nedin ku AKP komkujiya Roboskiyê bide jibîrkirin.
Meclîsa Jina ya BDP'ê dest bi civîna xwe ya heremî kirin. Endama Kordînasyona KCD'ê û Parlementera Êlihê Ayla Akat Ata, Endamê PM'ê Endamên Meclîsa Jina yên Şirnex, Sêrt, Mêrdîn, Êlih, Amed, Dêrsim, Çewlik, Riha, dayik û malbatên ciwanên Roboskiyê ku di encama bombordimana balafiran de jiyana xwe ji dest dabûn, malbatên kesên di salên 1990'î û vir de hatine windakirin û gelek kes beşdarê civînê bûn. Civîna ku dê 2 roj bidome, li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Amedê hate lidarxistin. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, derbarê rojevê de axaftinek kir. Ata, balkişand ser komkujiya Roboskiyê û diyar kir ku dewlet dixwaze ser vê bûyerî bigire. Ata, destnîşan kir ku hikûmet dixwaze bi nîqaşa kurtajê rojevê biguherîne û tenê bi dana tazmînatê gel bixapîn e.Ata, anî ziman ku lê bila baş zanibin ji ber vê êşî jin baş dizanin, tenê bi jinan jî mabe ew dê nehêlin vê bûyerî bidin jibîrkirin. Ata, derbirî ku komkujiya Roboskiyê piraniya wan ku zarokbûn, Helepçeyê, perçekirina cendekê mirovan Komkujiya Geliyê Zîlan û bombebarankirina balafirên şer komkujiya Dêrsimê di nava xwe de dihewîn e. Ata, di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku nêzî saleke didom e û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê hê jî şerm nake, li aliyekê tecrîda giran a li ser birêz Ocalan didomîn e, operasyonên leşkerî û sivîl didomîn e û ji aliyê din ve jî bi guharindina zagonan ku ew jî li ser xapandina kurdan e, rojevê diguherîn e. Em wek jinên kurd em dê destûrê nedin vê yekê û têkoşîna xwe heta dawî bidomîn in."
Piştî axaftina Ata, navber dane civînê û bi malbatên Roboskiyê re beşdarî çalakiya rûniştinê ya ku her heftî ji hêla îHD'ê "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" a li Parqa Koşuyoluyê pêk hat, bûn. Civîna jinan ku dê 2 roj bidom e, tê li ser mijarên cur bi cur ên jinan nîqaşan bidomîn in.
(ea/mae)