Civîna Meclîsa Tenduristî ya Kurdistanî pêk hat
10:05 13.01.2014 1 / 5 MEXMUR (DIHA) - Civîna Meclîsa Tenduristî ya Kurdistanê ku dihat payîn dixtorên ji her çar parçeyên welat hatîn tevlî bibin, lê belê ji ber astengiyên hikumeta herêma Federal a Kurdistanê ve, tenê delegeyên ji bakur û wargeha Mexmur karîn tevlî bibin pêk hat.
Meclîsa Tenduristî ya Kurdistanê ku di Cotmeha 2013’an de li Batmanê konferansa xwe pêkanî bu, biryar ew bu ku civîna yekemîn li Hewlêr pêk were. Lê belê ji ber xemsariya wezareta tendirisityê ya herêmê, ev biryar ji aliyê meclîsê ve hatibu guhertin û dihat payîn ku civîn li wargeha Ş. Rustem Cudî (Mexmur) pêkwere. Bi vê armancê ji her çar parçeyên Kurdistanê endamên dixtorên ku tevlî konferansa li Batmanê buyîn ku di heman demê de wek delege berê xwe dan wargehê, lê belê li rastî astengiya hukumeta herêmê hatin. Bi taybet dixtorên ku ji rojavayê Kurdistanê hatîn, li hemu xalên asayişê hatin sekinandin û nehêlan bikevin wargehê. Dîsa bivê boneyê ku dixtorên başûr ku pêwîstbu hatiban civînê, ew jî ji ber vê sedemê nekarîn werin wargehê. Herwiha dixtorên ku her roj dihatin nexweşxaneya wargehê jî ji aliyê asayişa herêmê ve hatin asteng kirin.
Bi vê boneyê ji aliyê Meclîsa Tendiristî ya Kurdistanî ve li wargehê daxwiyanî hatibu dayîn vê helwesta hukumetê jî şermezar kirbun. Bivê armancê ji bo civîn pêkwere delegeyên ji bakur hatin û yên wargehê kombun û civîn pêkanîn. Civîn li saziya Meclîsa gel bi tevlîbuna delgeyên bakur û Mexmur û çend saziyên din yên wargehê pêkhat. Li ser civîna hatî kirin Saliha Aydeniz ku berpirsyara Meclîsa Tendiristiya Kurdistana Bakur û Îsmaîl Benek berdefkê saziya tendiristiya wargehê agahî dan. Di destpêkê de Saliha Aydeniz axivî û got; dema ku me Konferansa xwe li bakurê Kurdistanê darxistî, delegeyên ku wê ji wargeha Mexmur hatiban nekariyan bên, bi vê boneyê di Konferansê ji bo ku hem aliyê Rojhilatê Kurdistanê hem ji hevalên me yên wargehê bi rehetî bikarin tevlî civînê bibin me got bila li Hewlêr pêk were û wiha pêde çû. “Piştî ku me biryar girti civîn li Hewlêr pêkwere, dîsan ji aliyên endamên Meclîsa Tendiristi ya Kurdistanê ve hat guhertin û me got bila li Mexmur pêkwere. Xebata ku em dikin tenê xebatek mirovayane ya tenduristiyê ye me nedizanî wê evqas astengî were li darxistin û em ne li bendê jî bun.”
Di şeran de jî karê tenduristiyê nayê rawestandin
Herwiha Saliha Aydeniz diyar kir ku, karê Tendiristiyê di şeran de jî nayê sekinandin, kareki wijdaniye û wiha pêdeçû. “Tu sedemên vê astengiyê ji mere nehat gotin, ev biryar siyasiye û ne exlaqiye.” Herî dawî Aydeniz got wê tu astengî nekare wana ji karê wan paşde bixe û ewê heya dawî vî kar û xebata ji bo mirovan bi meşînin. Aydeniz got di civîna me ya ku tenê delegeyên ji bakur û Mexmur tevlî buyîn de, nîqaş hatin kirin û ji gel jî pêşniyar hatin guhdarkirin.
Hinek partiyên siyasî astengî ji hevalên me re derxistin
Berdevkê saziya Tendiristiya wargehê Îsmaîl Benek jî axivî û got, ew li bendê bun ku di 11 û 12’ê vê mehê de civîn li wargehê pêkwere, lê hinek partiyan nexwestin û astengî ji hevalên me re darxistin. Îsmaîl wiha pêdeçû. “Ji ber astengiya hinek partiyên herêmê hevalên me yên ji parçeyên din hatîn nekarin tevlîbuna xwe ya ji vê civînê re pêkbinin, lê me wek beşê bakur û Mexmur civîn li darxist. Civîn li ser şêweyê tendurstiyê ku ji tendiristiya kapîtalîzm cudatir ku li ser bingehê pêşdebirina zanîsta gel ya li hemberî tendurstiyê û xwe bi xwe tenduristî kirin çêbu.” Herî dawî Benek da diyarkirin ku wana di civînê de nêrînên gel jî standine û ev nêrîn wê ji bo wan bibe cihê fikrandinê. Bi temamî civîn baş derbazbu lê belê ji j iber ne tevlîbuna aliyên din kêmbunek hebu. Ji ber wê me nekarî em biryar bigrin, civîna me tenê bi şeklê pêşniyaran çêbu.
(ik-hb/mae)