1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Civînên BDP’ê yên gel berdewam dikin
Civînên BDP’ê yên gel berdewam dikin,civînên,bdp,ê,yên,gel,berdewam,dikin

Civînên BDP’ê yên gel berdewam dikin

A+ A-

COLEMÊRG (DÎHA) – Rêxistina BDP'ê ya Çelê ji bo pêvajoyê ji gel re vebêje û nêrînên gel bigire civîna gel li dar xist. Di civînê de welatiyê bi navê Keyhan Kanar axivî û diyar kir ku tu hêviyên wan ji dewletê tunene û gel baweriyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heye.

Rêxistina BDP'ê ya Çelê ji bo pêvajoya ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin bi gel re nîqaş bikin û nêrînan bigirin û parve bikin li gundê Minyanîş civîna gel li dar xist. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Çelê Servet Tunç, Şaredarê Çelê Hidir Demîroglu, rêveberên BDP'ê û gelek welatî tevlî civînê bûn. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Çelê Servet Tunç di civînê de axivî û diyar kir ku pêvajo ji aliyê AKP'ê ve nehate destpêkirin û wiha got: “Em bi saya Ocalan van rojan dijîn. Em hemû bi hevre dê vê pêvajoyê bi ser bixin. Di navbara welatan de kontrola nasnameyan tuneye. Lê heya me ji Çelê hatin gund me ji gelek nokteyên lêgerînê re derbas bûn. Gelê kurd weke berê nîn e. Heke AKP bixwaze pirsgirêkê çareser bike dê salên borî çareser kiriba. Em dê bi zanebûn têkoşîna xwe bikin û ya dikeve ser milê me em dê bikin."

Şaredarê Çelê Hidir Demîroglu jî diyar kir ku kurd in û dê kurd bijîn û polîtîkayên asîmîlayonê encamê nagirin û wiha got: "Em ji Birêz Ocalan û hemû gerîla re deng dar in. Hikûmeta AKP'ê samîmî nîn e. Çêkirina qereqolan berdewam dike. Cerdevanî zêde dibe. Em tu samîmiyeta AKP'ê nabînin. Dayîk pêşengên vê pêvajoyê ne. Dilê dayîkan ji yê me bêtir şewitî. Lêgerînên li ser riyan bi armaca sabotekirina pêvajoyê tên kirin. Sernakevin. Em dikarin bi hêza xwe ya rêxistînî her tiştî bikin. PKK'iyên vedikişin cihê wan em dê dabikirin û peywiran wan bi cih bînin."

‘Hemû riyên ji dewletê tên divê em bigirin'

Welatiyê bi navê Beyhan Kanar jî banga li hemberî pêvajoyê bi deng nemînin kir û wiha got: “Em dê bersiva xwe bi rêxistînbûnê bidin dewletê. Ji bo ku em zarokên xwe bibînin divê em vê pêvajoyê gelek baldar bigirin. Heke ev pêvajo têk biçe em dê nebaş bibin." Kanar, komkujiya Roboskiyê bibîrxist û wiha axivî: “Roboskî li ber çavê me ye. Ev dewlet ji me re nebû yar. Divê em li benda tu tiştê dewletê nebin. Erdogan ji bo aqilê ciwanên me û me biguherîne her tiştî dike. Ocalan jî niha ji bo me di girtîgehê de ye. Heke Ocalan em ronî nekiriban dê destê dewletê her tim li ser serê me ba. Divê hem hemû riyên ji dewletê yên ji me re tên bigirin. Divê em hemû bi hev re têkoşînê bikin."

Piştî nîqaşan heyeta BDP'ê ji gund veqetiya.

(bd)