Ciwan bi meşê barîqat derbas kirin
Ciwanên ku heta serê sibehê di bin dorpêça polîsan de bûn ber bi Amedê ve meşiyan
A+
A-
AMED (DÎHA) - Ciwanên ku ji Stenbolê ji bo beşdarî kongreya DEM-GENÇ'ê ku ji ber qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hate betalkirin bibin derketin rê li Erxeniyê hatin astengkirin û polîs nahêlin bên Amedê. Ciwan bi meşê astengiya polîsan derbas kirin û gihîştin Amedê.
Ciwanên ku ji bo beşdarî kongereya DEM-GENÇ'ê bibin ji Stenbolê derketin rê lê kongre ji ber qetelkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hate betalkirin biryara tevlibûna merasîma cenaze girtin. Ciwanên ku xwestin ji bo beşdarî merasîma cenaze bibin bên Amedê, li navçeya Erxeniyê hatin rawestandin. Ciwanên ku heta serê sibehê di bin dorpêça polîsan de bûn ber bi Amedê ve meşiyan. Ciwanên ku ligel baranê meşiyan jî nêzî 3 kîlometre meşiyan û gihîştin Amedê.
(sa)
Bêjeyên Miftehî ciwan,bi,meşê,barîqat,derbas,kirin