1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ciwan li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li ser piya ne
Ciwan li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li ser piya ne,ciwan,li,dijî,çeteyên,daîş,ê,li,ser,piya,ne

Ciwan li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li ser piya ne

A+ A-

ÊLIH (DÎHA) – Endamên YDG-H’ê li Êlihê, ji bo êrîşên DAÎŞ’ê yên li hember Kantona Kobanê pêk tên, şermezar bike çalakî li darxist. Polîsan bi ava şid û bombeyên gazê mudaxeyelî çalakiyê kir. Li ser bersivadayîna ciwanan, polîs neçar man ku ji taxên derkevin.

Li Êlihê endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Demokratîk (YDG-H), ji bo êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li hember Kantona Kobanê didomin şermezar bike û berxwedana gelê Kobanê pîroz bike, çalakî li darxist. Çalakî li ser Kolana Korikê ya taxa Yavuz Selîm a Êlihê pêk hat û ciwanên ser û çavên wan rûpoşkirî kolanê li ji çûn û hatina trafîgê re girt. Ciwanan bênavber drûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana YPG” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin. Piştî demek dirêj ciwanan çalakiya xwe doman, polîs hatin cihê çalakiyê, bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî çalakiya ciwanan kir. Ciwanan jî bi kevir, fişekên hewayî û molotofan bersiv dan polîsan.

Piştî pevçûn derketin kolana Korikê veguherî qada şer, bi avêtina bombeyên gazê tax di nava gazê de ma û welatiyên taxê ji bêhna gazê bê bandor bûn. Ciwanên bisaetan li hember polîsan li berxwadan, li ser bersivdayîna dijwar polîs neçar man ku ji taxê derkevin.

Piştî ku polîs ji taxê derketin ciwan dîsa li ser kolana Korikê li hev kom bûn li gel berzkirina sloganan û vegotina stranan govenda gerandin. Ciwan pişt re ji kolana Korikê heta dureya kolana Cizîrê meş li darxist. Piştî meşê çalakiya ciwanan bi dawî bû.

(bg/ça)