1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ciwanek bedena xwe da ber agir
Ciwanek bedena xwe da ber agir,ciwanek,bedena,xwe,da,ber,agir

Ciwanek bedena xwe da ber agir

Li Bazidê ciwanekê bedena xwe da ber agir

A+ A-

Li navça Bazida Agiriyê ciwanê bi navê Omer Koç ji bo salvegera radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyê şermezar bike bedenê xwe da ber agir. Koçê bi giranî birîndar bûyî piştî mûdaxaleya destpêkê sewqî Wanê kirin.

Li gorî agahiyên hatine bidest xistin, Omer Koç'ê 22 saliyê ku li Stenbolê dijiya ji bo salvegera radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyê şermezar bike li navça Bazida Agiriyê bedena xwe da ber agir. Koçê ku li mala xwe ya li taxa Uluyolê agir bi bedena xwe xist, bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxanê. Koçê ku rewşa wî giran e piştî mûdaxaleya destpêkê, sewqî nexweşxana lêkolîna herêmê ya Wanê kirin.

Koç beriya ku bedena xwe bide ber agir nivîsa wekî; "3 zilikên ku Mazlum Dogan vêxistibûn di bedenên me de dê geş bibin û agirê Newrozê pê bilind bibe. Her ciwaneke kurd dê erka meşaleyekê pêk bîne û bêbextiya 15'ê sibatê geş bike." di malpera facebookê de bi heval û dostên xwe re parve kiribû.

DÎHA (ak)


Bêjeyên Miftehî