Ciwanê Kurd xwe şewitand
Ciwanê Kurd ji ber tecrîda li ser Ocalan xwe şewitand
A+
A-
Ciwanê 25 salî Mehmet Şerîf Sakli, li bajarê Tirkiye Bûrsayê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike bedena xwe da ber agir.
Hate zanîn ku şevê din li navçeya Mudanya ya Bûrsayê ciwanê 25 salî Mehmet Şerif Sakli, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike bedena xwe da ber agir.
Sakli, şevê din saet di 23.00'an de çalakî pêk anî û piraniya bedena wî şewitî. Sakli rakirin beşa şewatê ya Nexweşxaneya Zanîngeha Uludag. Sakli piştî hate emeliyatkirin rakirin beşa lezgîn. Hate zanîn ku Sakli ji navçeya Farqîna Amedê ye.
ANF NEWS AGENCY
Bêjeyên Miftehî ciwanê,kurd,xwe,şewitand