Ciwanên Başûr Diçin Qendîlê
SILÊMANÎ - Her ku diçe nerazîbûnên li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê zêdetir dibe. Bi taybet li Başûrê Kurdistanê nerazîbûnên tund li hemberî hikûmeta AKP’ê û Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hene. Vê sibê komek ciwan weke mertalên zindî ji Silêmaniyê ber bi Qendîlê ve bi rê ketin. Her wiha hat diyarkirin ku wê îro li ber avahiya konsolosa Tirk a Hewlêrê çalakiyek were lidarxistin û wê ji Dihokê jî mertalên zindî biçin Zapê.
Îro danê sibê seat di 07.00 komek ji ciwan bi navê Mertalên Zindî ji bajarê Silêmanî bi meşê ber bi Qendîlê ve bi rê ketin. Ciwanên ku bi dirûşima ‘Şaxekan hebûn mana, gerîla îrademane’( Çiya hebûna me ne, gerîla vîna me ne’ ketin ser rê di meşê de bê navber dirûşimên ‘Qatîl Erdogan’, ‘Terorîst Erdogan’, ‘Ey dewletî Dagirker, ji Kurdistanê derkeve der’, ‘Bakûr, Başûr, Rojhilat, Yek Armanc û Yek Xebat’ gotin.
Her wiha wê îro jî li ber beriyê konsolosa Tirk a li Hewlêrê jî çalakiyeke protestoyî were li darxistin. Hat diyarkirin ji bo çalakiya ku ji aliyê rêxistinên sivîl ên Başûrê Kurdistanê ve hatiye amadekirin, gelek bangawazî hatiye kirin. Her wiha hat ragihandin ku wê komek bi navê Mertalên Zindî ji Hewlêrê berê xwe bide çiyayên Qendîlê.
Bajareke din ê ku nerazîbûnên xurt lê hene Dihok e. Li Dihokê duh bi hezaran kes li dijî êrişên dewleta Tirk meşek li dar xistin. Her wiha hat ragihandin ku wê îro komek bi navê Mertalê Zindî ji Dihokê berê xwe bide herêma Zapê ya ku ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve tên bombebarankirin.