1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ciwanên Colemêrgê li hemberî şerên zeviyan dêbibin 'mertal'
Ciwanên Colemêrgê li hemberî şerên zeviyan dêbibin 'mertal',ciwanên,colemêrgê,li,hemberî,şerên,zeviyan,dêbibin,mertal

Ciwanên Colemêrgê li hemberî şerên zeviyan dêbibin 'mertal'

A+ A-

COLEMÊRG (DÎHA) - Ciwanên gundên Peyanis û Mamxuran bang kirin ku şerên di navbera eşîran ên ji ber zevî û merayan pêktên bi dawi bibin û diyar kirin ku heke şer bi dawî nebin dê bibin "mertalên zindî"

Ji ber şerên di navbera eşîran ên ji bo qadên mêrg û qadên çandîniyê yên li gundên pêktên bi dawî bibin ciwanan dest bi tevgerê kirin. Ciwanên gundên Peyanis û Mamxuran li ser Kolana Bulvarê ya Colemêrgê daxuyanî dan çapemeniyê û diyar kirin ku ew dê li hemberî şeran bibin "mertalên zindî" Rêveberên BDP'ê jî piştgirî dan ciwanan. Li ser navê ciwanan, ciwanê bi navê Murat Akin ê ji gundê Peyanis axivî û diyar kir ku di navbera du gundan de bi salane şer berdewam dike û dixwazin ev şer bi dawî bibe û wiha got: "Dewlet dixwaze bi reforma axê eşiyê careke din zînde bike û bi vê yekê aramiya civakê ya Colemêrgê xirab bike."

‘Heke rewşa neyînî berdewam bike em dê bibin mertalên zîndî'

Akin, anî ziman ku ji ber polîtîkayên heyî di rojên dawî de nîqaşên ji ber mêrg û zeviyan disa dest pê kirin û wiha axivî: "Em ciwanên Mamuxaran û Peyanisê li hemberî van bûyeran dê bi baldar tevbigerin. Em dê li hemberî bûyerên armaniya civakê xirab dikin rawestin." Akin xwest ku gundî xwe ji nîqaşan dur bigirin û wiha pê de çû: "Heke rewşa neyînî berdewam bike em ciwanên Colemêrgê ji bo ev şer bi dawî bibin dê li wan qadan bibin mertalên zindî." Akin, bilêv kir ku berpirsiyarê bûyeran Walîtiyê Colemêrgê û Fermandarê Qereqola Peyanis e.

Ciwanê bi navê Murat Karagoz ê ku ji gundê Mamxuran jî wiha got: "Pergala li pêşiya me ya em bi wê re têkoşînê bikin heye. Em biratiya xwe ji bo du bohusten axê xirab nekin."

(bd)