Ciwanên Dêrîkê di şopa çanda xwe di meşin
MÊRDÎN (DÎHA) - Navenda Çand û Hunerê ya Qedrîcan a Şaredariya Dêrîkê bi xebatên weke gîtar, tembûr, qoru, stranç û şanoyê ciwanên navçeyê bi bernameyên çand û hunerê re li hevtîne.
Navenda Çand û Hunerê ya Qedrîcan a Şaredariya Dêrîkê bi xebatên çand û hunerê yên li navçeyê dimeşîne ciwanan bi çand û hunerê re li hevtîne. Niha li navenda çandê bi giştî 200 xwendekar hene û perwerdehiya gîtar, tembûr, qoru, stranç û şanoyê digirin. Disa di bin banê navenda çandê de salona xwendinê hatiye vekirin û ciwan di demên vala de dema xwe dagirtî derbas dikin.
'Em çanda xwe bi zarokan re lihevtînin'
Ji mamosteyên Navenda Çand û Hunerê ya Qedrîcan Selçuk Dogan derbarê xebatan de agahî dan û diyar kir ku ji bo çanda kurd bêdin jiyîn û ji nivşê bê re rabigihînin xebatan dimeşînin û wiha got: "Xebatên me bi taybet rastî eleqeya ciwan û zarokan tên. Bi xebatan xwe em jiyaneke alternatîf ji ciwanan re pêşkêş dikin. Disa em hewil didin ku çanda xwe ya kevnar bi ciwan û zarokan re li hevbînin. Ji ber vê yekê em bang li hemû ciwanan dikin tevlî xebatên Navenda Çand û Hunerê ya Qedrîcan bibin, dikin."
(bd)