Ciwanên Kobaniyê ji bo salvegara 19'ê Tirmehê amade ne
MEHMET SIDDIK DAMAR
KOBANÊ - (DîHA) - Komeleya Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Kobanê (YCR) xebatên xwe yên ji bo salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê dan destpêkirin bi dawî kirin. Komeleya ciwanan piştî Şoreşa Rojava, hat avakirin û ciwanên Rojava di bin sivana vê komeleyê dehatin gel hev. Hemû endamên Komeleya YCR'ê ya Kobanê dema şerê Kobanê tevlî refên şervanên YPG/YPJ'ê dibin. Piştî rizgarkirina Kobanê ciwanên Kobanê disa hatin ser hev û komeleya xwe ji nû ve avakirin. Endama Jinên Ciwanên Demokrat Narîn Adil got ku Şoreşa Rojava şoreşa jinan û ciwanan e û berî şoreşê jinên Rojava li her deverê di nav xebatê de bûn û xwe bi rêxistin kirin û pêşengiya şoreşê kirin.
Komeleya Yekîtiya Ciwanên Rojava yê Kobanê (YCR) ji bo salvegera Şoreşa Rojava 19'ê Tîrmehê dest bi xebatan kiribûn û xebatên xwe bi dawî kirin. Komeleya ciwana piştî Şoreşa Rojava hat avakirin û ciwanên Rojava di bin sivana vê komeleyê de hatin gel hev. Hemû endamên Komeleya YCR'ê ya Kobanê dema şerê Kobanê tevlî refên şervanên YPG/YPJ'ê dibin. Piştî rizgarkirina Kobanê ciwanên Kobanê disa hatin ser hev û komele ji nû ve ava kirin. Ciwanên Kobanê xebatên xwe yên rêxistinbûnê di bin sivana komeleyê de dimeşînin. Komelê tenê ne ji aliyê siyasî ve xebatan dimeşîne di heman demê de ciwan li vira parastina xweyî cevherî jî dikin. Di komeleyê de beşa çand û hunerê jî heye û xebatên çandê tên meşandin. Ciwan perwerdehiya zimanê kurdî, erebî, tirkî û îngilîzî jî dibînin. Ciwan li komeleyê li ser raginhandinê jî xebatan dimeşînin. Her wiha di komeleyê de Jinên Ciwanên Demokrat jî cih digrin û xebatên xwe dimeşînin. Ciwanên komeleyê ji bo pîrozbahiyê salvegera şoreşa 19'ê Tirmehê xebatên xwe lez û bez berdewam dikin.
'Em ê felsefeya Serok Apo bi jiyaneke komunal bêxin meriyetê'
Ciwanê bi navê Aram Kobanê diyar kir ciwanên Kobanê di 19'ê Tîrmehê de rolekî mezin girtin û bûnin pêşengên Şoreşa Rojava. Kobanê anî ziman ku berî şoreşê çend rojan ciwanan xwe rexist kir û plansazî derxistinin û wiha axivî: "Em ciwan bi hevdû re tevdigeriyan. Dema nêzîkî şoreşê em tenê ne ciwanên Kobanê, hemû ciwanên Rojava ji bo şoreşê em rabûn ser piyan. Me li Kobanê dest pê kir û me girtigeha sîyasî girt. Me hemû hevalên xwe yên sîyasî xilas kir û rejîm ji Kobanê derxist. Pişt ve em ciwan ne sekinîn û me her tim xebatên xwe pişt xistin. Armanca me ya serekê li Rojava jiyanek demokratîk û hevpar ava bikin e. Bi felsefeya modernîteya demokratîk û bi rêya Serok Apo em dê jiyanek komunal bêxin meriyetê."
'Bi Şoreşa Rojava kurd ji nû de hat dinê'
Ciwanê bi navê Gelhat Efrîn jî da zanîn ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji bo kurdên Rojava wek ji nû ve hatin cihanê ye û kurdên Rojava heta niha wek di zindanan de bûn. Efrîn bilêv kir ku hemû ciwanên Rojava di şoreşê de cih girtin û wiha axivî: "Em ciwanên YCR'ê gund gund, derî derî digerin ciwanên xwe tevlî xebatan dikin. Me berî her tiştî Rejîma Baasê ji nava xwe derxist û kantona xwe îlan kir. Pişt ve jî me ciwan bi lez û bez xebatên xwe zêde kir. Dema komkujiyadawiyê ya di 25'ê hezîranê de ji hêla çeteyên DAIŞ'ê pêk hat bi sedan gelê me yê sivîl hat qetilkirin. Berî wê jî Kobanê di bin şerekî giran de derketi bû. Em her tim dibêjin heta ciwanên me hebin tu carî çeteyên wek DAIŞ'ê nikarin gelê kurd têk bibin. Me çawa ew çeteyên hov têk bir em ê wan dîsa têk bibin. Bangawaziya min ji bo hemû ciwanên Kobanê heye. Bila hemû ciwanên me werin gel me xwe bi rêxistin bikin û li Şoreşa xwe, li gelê xwe û axa xwe xwedî derbikevin."
'Şoreşa Rojava vejîna gelê kurd e'
Ciwanê bi navê Mazlum Berxwedan jî destnîşan kir ku Şoreşa Rojava vejîna gelê kurd e. Berxwedana diyar kir ku berê gelê Rojava di bin modernîteya kapîtalîst a Rejîma Baasê de bûn û wiha pê de çû: "Me berî her tiştî ev hişmendiya kapîtalîst hilweşand. Zilma Esad li hemberî kurda zêde bû. Her tişt qedexe bû. Me her kar û xebatên xwe bi dizî dikirin. Li hemû cîhanê Şoreşa Rojava deng da û em karin bêjin bû mînak. Ji bo amadekariya salvegara şoreşê jî em lez û bez dixebitin."
'Şoreşa Rojava şoreşa jinan û ciwanan e'
Endama Jinên Ciwanên Demokrat Narîn Adil jî got ku Şoreşa Rojava şoreşa jinan û ciwanan e. Narîn bilêv kir ku berî şoreşê jinên Rojava li her deverê di nav xebatên bi rêxistin bûnê de bûn û pêşengiyan şoreşê kirin. Narin got ku êdî tu kes nikare gelê kurd têk bibe û wiha got: "19'ê Tirmehê berî her tiştî ji bo jinan rojek dîrokî ye. Berî her tiştî jin li Sûrî nû hatin cîhanê. Bi felsefeya Rêber Apo em jinên kurd di Şoreşa Rojava de cih digirin. Ez jî niha endamê komeleya YRC me, lê dema şer de em hemû ciwanên komeleyê welatê xwe li hemberî çeteyên dagirker parast. Em ê her tim jî welatê xwe biparêzin. Niha ji salvegera 19'ê Tirmehê de ji hefteyêkê kêmtir maye. Amadekariye me coşekê mezin didom e."
(bd)