1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ciwanên Kobaniyî li berxwedanê vedigerin
Ciwanên Kobaniyî li berxwedanê vedigerin,ciwanên,kobaniyî,li,berxwedanê,vedigerin

Ciwanên Kobaniyî li berxwedanê vedigerin

A+ A-

RIHA (DÎHA) - Ciwanên Kobanê yên piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi deh hezaran kesên kal, zarok û jin derbasî Pirsûsê kirin, ji bo tevlî berxwedanê bibin vedigerin. Her roj ciwan vedigerin û 25 ciwan ji deriyê sînor derbas bûn tevlî nava refên YPG/YPJ'ê bûn.

Welatiyên Kobanê yên piştî êrîşên DAIŞ'ê neçar man derbasî Pirsûsê bûn û li wargehên ji konan bicih bûn, ji bo bajarê xwe ji dijî çeteyên DAIŞ'ê biparêzin vedigerin Kobanê. Ciwanên ku serî li komîsyona Koordînasyona Kobanê-Pirsûsê didin, dixwazin vegerin Kobanê. Ciwanên extiyar û zarok li Pirsûsê hiştin, ji roja destpêkirina berxwedanê û vir ve rojane 25 ciwan ji bo vegerê serlêdanê dikin. Leşker û polîsên tirk li pêşiya vegera ciwanan car carana dibin asteng.

'Ji bo Kobanê bêparastin bihêlin astengiyan derdixin'

Endamê Koordîsyona Kobanê-Pirsûsê Welî Ehmed derbarê serlêdanan de agahî da û anî ziman ku Kobaniyên li Pirsûsê li emniyetê şopa tiliya wan hatiye girtin û "Qerta Danasîna Biyanî" ji wan re hatine dayîn. Ehmed diyar kir ku ji yên dixwazin vegerin careke din şopa tiliyê tê xwestin û her roj 25 kes ji bo vegerê serî li wan didin. Ehmed da zanîn ku ji bilî pêkanînên fermî carna li deriyê sînor di derbasbûnê de pirsgirêk tên derxistin û wiha got, "20 kesên duh xwestin vegerên lê ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. Bi hinceta ku li deriyê sînor şer heye, nehiştin tu kes derbas bibin, lê belê em hînbûn ku li wir şer tinebû." Ehmed bilêv kir ku car carna ciwanên 20 salî û 18 salî tên vegerandin û wiha axivî: "Ji bo Kobanê bêparastin bihêlin, astengiyên bi vî rengî derdixînin."

'Em ê axa xwe ji çeteyên DAIŞ'ê re nehêlin'

Yek ji ciwanên ji bo derbasî Kobanê bibin serlêdan kirî Mihêdîn Canşêr e. Canşêr ê bi malbata xwe re hat Pirsûsê, niha ji bo vegera Kobanê serî li komîsyonê daye. Canşêr ragihand ku ji bo azadbûna Kobanê ew ê tevlî berxwedanê bibe û wiha got, "Em ê xaka xwe ji çeteyên DAIŞ'ê re nehêlin. Em ê teslîm nekin. Ji vê derê bang li tevahiya ciwanên Kobaniyî dikim ku ji bo parastina welatê xwe li Kobanê vegerin."

(bd/wk)