Ciwanên Kobanê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
VÎDEO:https://www.youtube.com/watch?v=YcISgMDQWzc
KOBANÊ – Li Kantona Kobanê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek bi meşaleyî hat lidarxistin.
Meş ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Rojava ve hat organîzekirin. Bi sedan ciwanên kantonê tevlî meşê bûn. Meşvan destpêkê li Qada Aştî ya bajarê Kobanê kom bûn.
Meşvanan li gel meşeleyan, alên YCR’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtibûn. Her wiha pankarên ku nivîsên weke ’Bê serok jiyan nabe’, ‘Ji Ocalan re azadî’, û nivîsên ku tecrîda li ser Ocalan şermezar dikin, hatibûn vekirin.
Meşvan ji vir bi qîrîna diruşmeyên ‘Bê serok jiyan nabe’, dest bi meşê kirin, li nava kolanên sereke yên bajar geriyan û ber bi Qada Azadî ve çûn.
Meşvan li Qada Azadî rawestiyan û li vir jî derbarê jiyana Yek ji Rêveberên Yekîtiya Ciwanên Rojava Rênas Kobanê yê ku di komkujiya 25’ê ku çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê pêk anîn de jiyana xwe ji dest da.
Di dawiyê de jî ciwanan dirûmşeyên silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin.
(dm)
ANHA