1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ciwanên kurd dê tev li Konferansa Îslama Demokratîk bibin
Ciwanên kurd dê tev li Konferansa Îslama Demokratîk bibin,ciwanên,kurd,dê,tev,li,konferansa,îslama,demokratîk,bibin

Ciwanên kurd dê tev li Konferansa Îslama Demokratîk bibin

A+ A-

09:24 27.02.2014

AMED (DÎHA) - Kongreya Civaka Demokratîk dê bi tevlêbûna saziyên sivîl û oldaran Kongreya Îslama Demokratîk pek bîne. Ciwanên kurd jî tê tev li Konferansê bibin. Endamê Komeleya Baweriyan a Demokratik (DİD) Bunyamîn Yilmaz, anî ziman ku dê di Konferansê de li ser kes û aliyên ku dixwazin olê Îslamê wekî maşik û amûrê bikar tînin niqaş ikin û dê êdî destûrê nedin vê yekê.

Di rojên pêş de li ser pêşniyara Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê di pêşengiya Komîsyona Baweriyan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de Kongreya Îslama Demokratîk bê lidarxistin. Endamê Komeleya Baweriyan a Demokratik (DİD) Bunyamîn Yilmaz, anî ziman ku dê di Konferansê de li ser kes û aliyên ku dixwazin olê Îslamê wekî maşik û amûrê bikar tînin niqaş bikin û dê êdî destûrê nedin vê yekê. Yilmaz, anî ziman ku armanca wan a sereke li herêmê ola rast bidin nîşan û destûr nedin feraseten şaş li ser ol pêş bikevin. Yilmaz, destnîşan kir ku dê di konferansê de van lîstikên li ser ol tên meşandin bi berfirehî niqaş bikin û destûr nedin ku partiyên pergalê li gorî berjewendiyên xwe olê Îslamê bikar bînin. Yilmaz, anî ziman ku kesên olê Îslamê ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin li Rojava bi hezaran welatî qetilkirin û wiha got: "Dibêjin ji bo xwedî mirovan dikujin. Lê Xwedî naxwaze li ser ruyê erdê tu mirov bên kuştin û naxwaze bêvila tu kesî xwîn bibe. Yilmaz, da zanîn ku dê di hefteyên pêş wan de konferansê pêk bê û ew jî dê wekî ciwanên kurd tev li konferansê bibin.

(mae)