1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ciwanên kurd li Hesekê 30 alîgirên rejîma Sûriyê girtin
Ciwanên kurd li Hesekê 30 alîgirên rejîma Sûriyê girtin,ciwanên,kurd,li,hesekê,30,alîgirên,rejîma,sûriyê,girtin

Ciwanên kurd li Hesekê 30 alîgirên rejîma Sûriyê girtin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN/ROJNEWS

Piştî ku rejîma Esed li bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê çend rojnamevanên girêdayî şaredariya Hesekê û karmendên belavkirina gazê girtin, şer û pevçûnan di navbera ciwanên kurd û alîgirên rejîma Sûriyê de destpê kirin. Niha rejîm taxên kurdan dide ber topan. Çalakvan Merwan Çolî RojNewsê re ragihand ku berî heftiyekê rejîma Sûriyê li bajarê Hesekê çend rojnamevanên di ragihandina şaredariya Hesekê de kar dikin û karmendên belavkirina gazê girtin û li ser vê yekê şer despê kiriye. Merwan Çolî wiha got: “Despêkê aliyê kurdî xwest bi rêya guftûgoyan ew kes werin berdan. Lê piştî ku ev yek negihişt serî, ciwanên kurd 30 alîgirên rejîma Sûriyê girtin û li ser vê yekê jî şer destpê kir.” Çalakvan Merwan Çolî ragihand ku niha rejîma Sûriyê navenda Asayîşê ya Hesekê û navenda Asayîşa li gundê Mifî dide ber hewanan. ANHA’yê jî di nûçeyeke xwe de diyar kir ku ji saetên nîvê şevê heta niha di navbera hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji aliyekî ve û hêzên rêjîma Baasê, pêxwaz û çeteyên wê yên rûpêçayî (Muqeneîn) de şer û pevçûn bi dijwarî rû didin. Hat ragihandin ku şer bi dijwarî li taxa Mesakên rû dide û Hêzên rêjîmê bi çekên giran û topên hawanê êrîşî Navenda Agirkujiyê û çeperên hêzên YPG’ê dike. Derbarê agahiyên heta niha hatine bi dest xistin de, 2 topên hawanê li taxa Muftî ya bajêr ketine û derbarê ziyanan de agahî nehatin bi dest xistin.