1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ciwanên Kurd li Stockholmê balafirgeha Arlanda dagir kirin
Ciwanên Kurd li Stockholmê balafirgeha Arlanda dagir kirin,ciwanên,kurd,li,stockholmê,balafirgeha,arlanda,dagir,kirin

Ciwanên Kurd li Stockholmê balafirgeha Arlanda dagir kirin

A+ A-

SABER SHEİKHA/STOCKHOLM / ROJNEWS

Ciwanên kurd ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûna ya girtiyên kurd ên li girtîgeha Urmiyê, li balafirgeha Arlanda ya li paytexta Swêd Stockholê çalakiyek lidarxistin.

Zêdetirî 250 welatiyên kurd ên li Swêdê dijîn, seat 20:00’an bi armanca balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya 29 girtiyên siyasî yên kurd ên li girtîgeha Urmiyê ku 32 roje di greva birçîbûnê de ne, termînala 5 balafirgeha navneteweyî ya li Stockholmê çalakîyek lidarxistin.

Ciwanan di çalakiyê de rejîma Îranê ya li hemberî girtiyan şermezar kirin. Herwiha daxwaz ji hikûmeta Swêdê kirin ku bi rêya dîplomatîk û dezgehên xwe yên fermî zextê li Îranê bikin û jib o Îran dest ji siyaseta xwe ya li hemberî girtiyan berde.

Greva birçîbûnê ya 29 girtiyên siyasî yên kur dên li girtîgeha Urmiyê ket roja 32’an. Heta niha jî rejîma Îranê di zextên xwe de berdewame û ti bersivek nedaye girtiyan.