Ciwanên Mahabadî: Em ê çalakiyên xwe radikaltir bikin
NAVENDA NÛÇEYAN - ROJNEWS
Komek ciwanên bajarê Muhabadê ku xwe wek ciwanên Apocî binavkirin, belavok û pankartên ji bo piştgiriya girtiyên li zindana Ûrmiyê li nava çend taxên bajêr belav kirin. diyar kirin jî ku ewê çalakiyên xwe radîkaltir bikin.
Îro ber bi êvarê ciwanên bajarê Muhabada rojhilatê Kurdistanê ku xwe wek ciwanên Apocî binav kirin, li qada Mamoste Mamlê û li derûdora Şaredariyê, belavok belav kirin. ciwan ji bo ku balê bikşînin ser rewşa girtiyên li zindana Ûrmiyê bi hezaran belavok li van taxan belav kirin û pankart li gelek cihan ve daliqandin.
Herwiha ciwanan ji gelê bajêr xwestin ku piştgiriya girtiyên di grevê de bikin û rejîma Îranê jî hişyarkirin ku ger nûçeyek nexweş li ser girtiyan ji zindanê derkeve, ewê çalakiyên xwe radîkaltir bikin.