Ciwanên Silêmaniyê îro wek mertalên zindî diçin Qendîlê
A+
A-
DICLE YÛSİV / ROJNEWS
Li Silêmaniyê wê komek Ciwanên Welatparêzên Başûrê Kurdistanê weke mertalên zindî îro biçin Herêmên Parastina Medya.
Li Herêma Kurdistanê çalakiyên şermezar kirina bombebarankirina balefire şer ên Tirkiyê bê navber didomin. Piştî ciwanên Kerkûkê duh weke mertalên zindî ber bi Qendîlê ve çûn, biryare îro Ciwanên Welatparêz ên Başûrê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê weke mertalên zindî biçin Qendîlê û êrîşên Tirkiyeyê şermezar bikin.
Divê çarçoveyê de wê îro li ber avahiya navenda Ciwanên Welatparêz ên Başûrê Kurdistanê ya Silêmaniyê komek ciwan wek mertalên zindî daxuyaniyekê bidin çapameniyê. Piştre jî wê bi Qendîlê ve biçin.
(ab/rn)
Bêjeyên Miftehî ciwanên,silêmaniyê,îro,wek,mertalên,zindî,diçin,qendîlê