1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Cizîr bû qada şer
Cizîr bû qada şer,cizîr,bû,qada,şer

Cizîr bû qada şer

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Li gel mudaxaleya polîsan bi hezaran welatî tev li mîtînga Cizîrê ya "Em meşa we ya Azadiyê slav dikin" bûn. Lê piştî girsê polîs derxistin dervê qada mîtîngê polîsan vê carê bi çekan mudaxaleyî girsê kir. Şerê di navbera girsê û polîsan de li nava kolanan didome.

Li Cizîr, Şirnex û Hezexê beriya mîtînga Cizîrê ya "Em meşa we ya Azadiyê slav dikin", welatî neçûn ser kar û piştî nîvro berê xwe dan Cizîrê. Girseya ku li Cizîrê kom bû rastî mudaxaleya polîsan hat. Bi hezaran kesên li qadan û navçeyên din kom bûn berê xwe dan Cizîrê. Girseya li Cizîrê kom bû rastî mudaxaleya polîsan hat. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şit mudaxale kir û gersê jî bi keviran bersîv da polîsan. Girsê bi keviran bersîv da û polîs derxistin dervê qada mîtîngê. Piştî girsê polîs derxistin dervê qadê, polîsan cara duyemîn bi çekan û guleyên rastî û 7 maşîneyên zirxî mudaxaleyî girsê kirin. Polisan zêde bombeyên gazê bikar anî û her der bû ewrên gazê û qada şer. Girsê jî bi fîşekên hewayî, bombeyên deng û keviran bersîv da polîsan. Girsê destûr neda polîs têkeve qada mîtîngê û şerê di nava polîs û girsê de berdewam dike. Li hemû kolanên cizîrê pevçûna di nava polîs û girsê de didome. Her der bûye qada şer.

(mae)


Bêjeyên Miftehî