1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Cizîr ji mitînga 26'ê Tebaxê re amade ye
Cizîr ji mitînga 26'ê Tebaxê re amade ye,cizîr,ji,mitînga,26,ê,tebaxê,re,amade,ye

Cizîr ji mitînga 26'ê Tebaxê re amade ye

A+ A-

Li Cizîrê amadekariyên mitînga bi navê "Em meşa we ya azadiyê silav dikin" a ku di 26'ê Tebaxê de pêk bê berdewam dikin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şirnexê Bakî Katar, diyar kir ku ew dê di mitîngê de azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan binin ziman û wiha got: "Êdî divê em xwedî li rêber, gerîla, gel û vîna xwe derbikevin." Wekîlê Şaredarê Şirnexê Faîk Saltan jî bang li hemû gelê Botanê kir ku tevlî mitîngê bibin û wiha got: "Em dê di mitînga 26'ê Tebaxê de azadiya Ocalan biqêrîn."

BDP'ê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê û balê bikşîne ser pirsgirêka kurd û pevçûnên zêde dibin li Amed, Stenbol, Qoser, Cizîr, Sêwereg û Geverê mitîngan li dar dixe û amadekariyên mitîngan bênavber berdewam dikin. Di mitînga de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Xweseriya Demokratîk a kurdên Suriyeyê dê bê silavkirin û polîtîkayên AKP'ê tê bên teşhîrkirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şirnexê Bakî Katar, bang li hemû gelê Botanê kir ku tevlî mitinga dê di 26'ê Tebaxê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi slogana "Em meşa we ya azadiyê silav dikin" pêk bê kir û wiha got: "Armanca mitîngê ya sereke azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan pêk tê şermezar bikin gelek daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên greva birçîbûn û bedel hatin dayîn. Lê têkildarî vê mijarê de hate niha hikûmeta AKP'ê tu gav neavêtin. Ji vir şuna de me dê tenê azadiya rêberê xwe bikin. Êdî hemû kes azadiya Birêz Ocalan dixwaze. Êdî divê Birêz Ocalan serbest bê berdan."

Katar: Em teqez destûrê ji faşîzma AKP'ê nagirin

Katar, anî ziman ku gelê kurd zîncîrên tirsê şikandin û pêvajoya ew gihiştinê divê hemû derdorê bibin bersiva pêvajoyê. Katar, da zanîn ku zext û komkujiyên hikûmeta AKP'ê yê li hemberî gelê kurd bi dawî nebûne û ji ber van polîtîkayan her roj cenaze tên. Katar, bal kişand ser geşedanên pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê û xweseriya demokratîk a kurdên Suriyeyê û wiha got: "Êdî em dixwazin hewildanên wisa li Tirkiyeyê jî bibînin. Lê dewlet dixwaze zextên li hemberî mitînga BDP'ê û KCD'ê ya di 14'ê Tîrmehê de li darxist pêk anîn li hemberî mitînga Cizîrê jî pêk bîne. Armanca dewletê ew e ku mitînga Cizîrê asteng bike. Êdî em de xweseriya demokratîk bêxin jiyanê û pêk bînin. Êdî em destûrê ji faşîzma AKP'ê nagirin. Divê êdî em xwedî li rêber, gerîla, gel û vîna xwe derbikevin."

Saltan: Gelê Botan dê di 26'ê Tebaxê de azadiya Ocalan biqêre

Wekîlê Şaredarê Şirnexêm Faîk Saltan, bang li hemû gelê welatparêz kir ku tevlî mitînga 26'ê Tebaxê bibin û wiha got: "Armanca mitîngê ya serek azadiya rêbertiyê ye. Em li bendêne ku hemû gelê me bên qadê. Armanca vê mitîngê azadiya rêbertiyê û azadiya gelê kurd e. Gelê Botanê dê di 26'ê Tebaxê de li Cizîrê bi tevlîbûneke bi hêz ji bo azadiya Ocalan biqêre."

Kilinç: Sala 2012'yan dê bibe sala azadiya gelê kurd

Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeya navendî Uzeyîr Kilinç, ji bang li hemû gelê Botanê kir ku di 26'ê Tebaxê de dest ji karê xwe berdin û tevlî mitîngê bibin û wiha got: "26'ê Tebaxê ji bo azadiya rêbertî û gelê kurd gele girîng e. Em jî weke hemû gelan pêşrojek azad û rêbertiyeke azad dixwazin. Êdî gelê kurd polîtîkayên zext, tecrîd û îzolasyonê derbas kirin. Sala 2012'yan dê bibe sala azadî û serkeftina gelê kurd. Êdî hikûmeta AKP'ê bi polîtîkayên înkar û îmhayê vîna gelê kurd tune nake. Pirsgirêka kurd incax bi diyalogê dê bêçareser kirin. Êdî polîtîkayên şer derbas dar nîn in."

(bd/mae)