1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Cizîr ruhê serhildan û welatparêziyê ye nakeve"
"Cizîr ruhê serhildan û welatparêziyê ye nakeve",cizîr,ruhê,serhildan,û,welatparêziyê,ye,nakeve

"Cizîr ruhê serhildan û welatparêziyê ye nakeve"

Keç û zavê Qûmrî Işik (85) berxwedana sala 90'î û îro ya Cizîrê nirxandin

A+ A-

BÊRÎTAN SARYA / MEXMÛR / ROJNEWS

Keç û zavê Qûmrî Işik (85) a ku di 28'ê Kanûnê de li taxa Nur a Cizîrê ji ber êrîşên dewleta Tirk li ser hişê xwe çûyî û jiyana xwe ji dest dayî, yên li wargeha Mûxmûrê dimînin berxwedana sala 90'î û îro ya Cizîrê nirxandin.

Ehmed û Eyşê Yildiz ên hevjînên hevin, ji taxa Nur a Cizîrê ne, di salên 90-92'an û îro cihê serhildan û berxwedanê ye, ji ber zextên dijmin neçar man koçî Başûrê Kurdistanê bibin. Dayika Eyşê Yildiz li heman taxa Cizîrê jiyana xwe ji dest da û diyar kirin ku qatîl Erdogan e.

'Li Cizîrê ruhê Binevş Egal heye'

Ehmed Yildiz destnîşan kir ku di dîroka Kurdan de, Cizîr her tim cihê berxwedanê ye û got ku bi derketina PKK'ê re ev berxwedan hîn zêdetir xurt bûye. Yildiz anî ziman ku ew bi xwe jî beşdarî vê berxwedanê bûne û wiha berdewam kir; "Ez heya dawiya sala 1990'an li Cizîrê mam. Di sala 1990'an de li Cizîrê serhildanekî mezin pêk hat. Di wê salê de şahadeta gerîla Binevş Agal bû, havênê berxwedanê. Heval Binevş zêdetir bi navê Zozan û Bêrîvan di hat naskirin. Gelek ked da. Hem xebatên gel bi rêve dibir, hem jî xebatên leşkerî. Me jî di kesayeta heval Binevş, bi partiyê re hatin girêdan û hezkrin çêbû. Gelê Cizîrê gelek jê hez kir. Di sala 1989'an de ligel welatparêkê şehîd bû. Dijmin cenazeyê wê neda. Bi hatina salvegera şahadeta heval Bêrîvan re Cizîrê dest bi serhildanê kir û di Newroza 1990'an de serhildan geş bû. Ji wê derê belevî, Nisêbîn, Bazîd û gelek cihên din ên Kurdistanê bû."

'Dewleta sala 1990'an de ji Cizîrê vekişiyayî, wê dîsan vekêşe'

Ehmed Yildiz diyar kir ku di salên 1990-1992'an de jî dewletê bi tank û çekan li ser serhildanên Newrozê ên berfireh bûyî de digirt û dixwest gel bi helîne, lê bi serneketin. Yildiz anî ziman ku wê îro jî bi sernekevin û wiha pêde çû: "Di wê demê de, em jî li taxa Nur diman, ji ber êrîşên dewletê bi dehan kes şehîd bûn û bi sedan kes jî birîndar bûn. Weke gel me jî li ser saziyên dewletê de girtin. Gelek saziyên dewletê hatin şewitandin. Di vê demê de dewlet bê çare ma. Li Cizîrê dewletê îflas kir. Di serhildana sala 1992'an de jî hewildan heman tiştî bikin. Lê nekarîn berxwedan Cizîrê û ruhê rêveberiya cewherî têk bibin. Berxwedana îro havênê xwe ji berxwedana wê demê digre û hîn bi xurtir tê meşandin. Dijminê ti hiqûq û pîvanên mirovahiyê nasnakin bi hemû hewildanên xwe dixwazin berxwedanê bişkênin. Ev berxwedan û ruh nayê şkandin. Ez di wê baweriyê de me wê dijmin encamê negire. Eger Cizîr bişkêji, wê dîsan ev ruh bi dawî nabe. Dema ku vî ruhî derfet dît li her derî serî radike. Temaşekin ciwanên me yên îro di nava YDG-H û YPS de berxwedanê dikin, wê demê zarokên me yên 1-2 salî bûn, lê îro li hemberî tankên dijmin bi qehremanî şer dikin. Gelekî wiha qet naşkê."

'Qatîlê dayika min Erdogan e'

Keça Qûmrî Yildiz a ku di 28'ê Kanûnê de li Cizîrê di rojên qedexekirina kolanan de jiyana xwe ji dest dayî, Eyşê Yilmez diyar kir ku di salên 1990-1992'an de ligel dayika xwe beşdarî serhildanê bûne û wiha anî ziman: "Dayika min qet li hember zilmê serê xwe netewand û xaka xwe terk nekir, berxwedan kir û şehîd bû."

Eyşê Yildiz pêvajoya salên 1990-1992'an wiha vegot: "Bi derketina PKK'ê ji nû ve, em gihayîn Kurd bûna xwe. Weke Cizîriyan, em bi can û ruhê xwe beşdar bûn. Di wê demê de yên di hatin girtin gelek cûreyên îskenceyê dîtin. Şopên wê îskenceyê hîn li ser laşê min heye. Em bi ruh û kelecanekî mezin beşdarî serhildanên 1990-1992'an bûn. Her der bû kesk, sor û zer. Dayika min jî di nava serhildanê de bû. Di sala 1992'an de ketim pêşiya tankê, li ser hişê xwe çûm. Gelê li wê derê ez xilas kirim. Lê ji ber zextên giran ên dijmin destpêkê hevserê min, pişt re jî ez, neçar bûn li Cizîr û Bakurê Kurdistanê derkevîn. Koçber bûn. Lê dayik û malbata min li Cizîrê man. Ev 24 sal bûn min dayika xwe nedidît. Dayika min warê xwe terk nekir. Di 28'ê Kanûna 2015'an de dema top ji aliyê dewletê ve dihat avêtin, krîza dil derbas kir, şehîd bû. Heya niha bav û birayê min yên li taxa Nur dimînin, nekarîne cenazeyê dayîka min bigrin û defin bikin. Ev zilmekî mezine. Yê vê zilmê dike û qatîlê dayika min Erdogane."

Eyşê Yildiz destnîşan kir ku piraniya xizmên wan niha li taxa Nurin û berxwedanekî bê hempa didin meşandin û wiha ragihand: "Dem bi dem em bi telefonê bi hev re diaxivîn. Ew moran didin me, em jî moral didin wan. Şert û merc gelek dijwarin, lê moralê wan qet nakeve. Nêzî 10-12 malan ligel hev dijin, tiştên xwe bi hev re parve dikin. Dema bi telefonê ligel wan diaxivîn, dibêjin, 'em şehîd jî bibin, em dest ji xaka xwe bernadin. Cizîr rûmeta meye.' Ma ji vî ruhî mezintir heye? Li rexmê evqas êş û mirinan jî wiha dibêjin. Ji ber ku dizanin berxwedana azadiyê ye. Dewleta Tirk çi dike bila bike, wê nekarin vî ruhî bişkênin. Êş giranin, lê berxwedan gelek mezine. Wê mora xwe li hemû salên pêş bide.

'Divê Kurdistan hemû bibe weke Botanê'

Herî dawî Ehmed û Eyşê Yildiz diyar kirin ku, ligel gelê Cizîrê ne û wiha bang li gelê Kurdistanê kirin; "Roj roja namûn û şerefa Kurdistanê ye. Divê hemû Kurd cihê xwe di nava berxwedana, Gever, Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Silopî, Kerborê hwd. bigirin. Di dîrokê de her tim Kurd ji aliyê zilm û zordariya dewleta Tirk ve hatine rêvebirin. Tişta ji me re rawa dîtin, her tim mirin bû. Îro dewleta Tirk di şexsê Batanê de dixwaze berxwedan û rêveberiya xwes bişkêne. Bi şkandina berxwedana Botanê re dixwaze azadiya Kurda bişkêne. Pêwîste hemû Kurdistan xwerêveberiyê îlan bikin, berxwedana Botanê bigihînin serketinê, êdî gelê Kurd jî bigihe mafê xwe yê rewa û azadiya xwe. Divê her der weke Botanê vegere berxwedanê."

(ab)