Cizîrê şevê din jî bi berxwedanê derbas kir
ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê gel daketin kolanan û êrîşên polîsan ên li Farqîn û Sûrê şermezar kirin. Polîsan bi şîdetê bersiv dan çalakiya dengderxistinê û welatiyan jî heta serê sibehê berxwedana xwe berdewam kirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, êrîşên polîsan ên li dijî navçeyên Sûr û Farqînê yên Amedê hate şermezarkirin. Di saetên êvarê de ciwanên ku li taxên Yafes, Kobanê û Arîn Mîrkan daketin kolanan êrîşên hêzên dewletê şermezar kirin û welatiyan jî li ser îhtîmala êrîşên polîsan wesayîtên xwe li têketina cadeyan bi cih kirin. Li gelek taxên navçeyê welatiyên ku daketin kolanan çalakiya dengderxistinê derxistin û dirûşmên "Bijî berxwedana Farqînê" berzkirin.
Li dijî êrîşan berxwedan
Li cadeya Orhan Dogan piştî demeke polîs bi wesayîtên zirxî ve hatin û wesayîtên ku li têketina cedeyan hatine bicihkirin bi wesayîtên zirxî ve kaş kirin û taxên Nûr û Cudiyê rasterast gulebaran kirin. Li hemberî êrîşa polîsan gel li ber xwe da û bi şev heta sibehê pevçûnên dijwar qewimîn. Li navçeya ku berxwedanê heta saetên dereng ên şevê berdewam kir 2 wesayîtên zirxî jî darbe xwarin.
(sa)