Clooney dê parêzeriya jinên êzidî bike
AMED (DÎHA) - Aktîvîsta KJA'yê Prz. Reyhan Yalçindag, ku beşdarî civîna Komîseriya Mafên Mirovan a NY'ê û Departmana Jinan a Neteweyên Yekbûyî ya Bosna Hersekê bû, diyar kir ku, wan bi Departmaa Jinan a NY'ê re komek ava kiriye. Yalçindag, diyar kir ku parazvana mafên mirovan Prz. Amal Clooney diyar kiriye ku dê dildarî parêzeriya jinên Êzdî bike. Yalçindag, da zanîn ku NY'ê peyvira xwe ya li dijî Sûr, Sîlopya û Cizîrê pêk neanî.
Aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Prz. Reyhan Yalçindag, di 9-10'ê Hezîranê de li Bosna Hersekê beşdarî civîna Departmana Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Woman) û Komîseriya Mafên Mirovan a NY'ê bû. Ji welatên Ukrayna, Kosova, Hirvatistan, Hindistan û gelek welatên din jî aktîvîstên jin ên bûne şahidê şer beşdarî civînê bûn. Hevsera Aktora DYA'yî George Clooney ku bi doza WikiLeaksê tê nasin û parêzeriya Julian Assange kiriye Amal Clooney jî di civînê de amade bû. Aktivîsta KJA'yê Yalçindag piştî vegeriya Amedê têkildarî naveroka civînê agahî da. Yalçındag anî ziman ku di civînê de li ser binpêkirina mafan rawestiyane û pêdivî kêlî bi kêlî tomarkirina dîrokê dîtine. Yalçındag, anî ziman ku xebatên li ser jinên Êzdî ên li Bakûrê Kurdistanê bi dawî bûne û xebatên wan ên li kampê Başûrê Kurdistanê berdewam dike.
NY peyvira xwe li Cizîr, Sîlopya û Sûrê pêk neanî.
Yalçindag, destnîşan kir ku herî zêde li ser çareseriyê û pêşerojê rawestiyane û li ser daraz, doz û tazmînatan rawestiyane. Yalçındag, da zanîn ku pêwiste NY bêtir bi çalak û bandor tev bigere û wiha got: "Jinên êzîdî di pêşengiya ciwanên kurd de tên parastin û rizgarkirin. Di vî milî de divê NY bê rexnekirin. NY piştî 2'emîn Şerê Cîhanê peyvira xwe ya venêrtiya dewletan a li ser şer pêk neanî. Ev peyvira wê ya venêrtinê heye. NY'ê li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Silopiya nehat li herêmê lêkolîn nekir. Diviya bû NY bi çalaktir tev geriya bûya û peyvira xwe ya li dijî şer pêk anîbûya.
Yalçindag destnîşan kir ku armanca wan ne şêwirmendî ye û dijberî vê yekê têkoşîna hevpar e. Me di Departmana Jinan a NY'ê de kom ava kir. Divê NY peyvira xwe bizanibe û li gorî wê tev bigere. Yalçindag, da zanîn ku koma hatiye avakirin biryar daye ku li Şengalê têkildarî jinên Êzdî di cih de lêkolîn bike. Yalçindag, da zanin ku wan NY dawetî Şengalê kiriye û wiha got: "Li cihê şer lê hebe kuştin, tundiya li dijî jine heye. Me NY dawtî kampên Êzdî Başurê Kurdistan û Şengalê kir.
Clooney dê parêzeriya Êzdîyan bike
Yalçindag herî dawî anî zimn ku Prz. Amal Clooney berê jî bi pirsgirêka jinên Êzdî re eleqeder dibû û biryar girtiye ku ji niha û şûnde parêzeriya jinên êzdî bike. Yalçindag, anî ziman ku 20'ê Hezîranê Hefteya Piştevaniya bi Penaber û Têkoşîna Mafên Penaberên Cîhanê ye vê hefteyê diyarî Alan Kurdî yê Kobanî ku li Derya Spî jiyana xwe ji dest da dikin.
(mae)