Colemêrgî: Em ê ji bo aştiyê bibin mertalê zindî
GOKHAN ALTAY
COLEMÊRG (DÎHA) – Bombebarana balafirên artêşa tirk a li hemberî Herêmên Hêzên Parastinê yên Medyayê herî zêde li Colemêrgê bandora wê ya neyînî çêdibe. Welatî û endamên saziyên sivîl ên civakî li hember biryara şer a AKP’ê di nav fikaran de ne û destnîşan kirin ku heke ev bombebaran berdewam bike ew ê ji bo aştiyê bibin mertalê zindî.
Ligel tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, hikûmeta demdemî ya AKP’ê şer xist nav rojeva xwe û ev çend roj in li ser Herêmên Hêzên Parastinê yên Medyayê bombebaranê pêk tîne û li gelek deveran operasyona qirkirinê da destpêkirin. Ne tenê li başûrê Kurdistanê, balafirên şer li bakurê Kurdistanê jî bombebaranê pêk tîne. Herî dawîn li zozanê Meydanbelek ê Gevera Colemêrgê jî ji ber bombebaranê nêzîkê 200 welatî asê man. Welatî û saziyên sivîl ên Colemêrgê jî li hember vê rewşê di nav fikaran de ne û dibêjin ku divê demildest ev operasyon bi dawî bibin.
“Dengê dayikên leşkeran jî divê bilind bibe’
Welatiyê gundê Nişê Salih Pala destnîşan kir ku ew van bomberanan lenet dikin û bi van bombebaranan gelê kurd naqede. Pala diyar kir ku hikûmeta AKP’ê bi van kirinên xwe dixwaze her kesî bixe nav fikra xwe û wiha got: “Em naxwazin ne gerilla, ne leşker ne jî polîs bên kuştin. Êdî divê ev lorika dayikan bi dawî bibin.” Pala anî ziman ku divê AKP ji polîtîkayên kuştinê bi dawî bike û wiha pê de çû: “Yekane sûcê me kurdbûna me ye! Ji ber çi ev zilm li ser me tê meşandin? AKP divê dev ji kuştinê berde û ji bo biratiyê destê xwe dirêj bike.” Pala bilêv kir ku heke ev bombebaran berdewam bike ew ê bibin mertalê zindî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji destê me ev tê. Hewce be em ê jî canê xwe bidin. Ez bang li dayikên leşkeran jî dikim bila ew jî li hember vê zilmê dengê xwe bilind bikin.”
‘Welat ber bi kaosê ve dibe’
Serokê şaxa Komaleya Mafên Mirovan a Colemêrgê Îsmaîl Akbulut jî bertek nîşanî bombebaran û binçavkirin da û got ku ew ji bo çavdêriyê çûne Şemzînanê û lêkolîn kirine. Akbulut destnîşan kir ku sedema van bombebaranan AKP’e ya ku di hilbijartinan de têk çûye ye û wiha axivî: “Hikûmeta AKP’ê ji ber serkeftina HDP’ê maseya aştiyê jî ji holê rakir. Ev operasyonên dawîn welat ber bi kaosê ve dibe. Divê demildest pêvajoya çareseriyê were destpêkirin. Em ê careke din destûrê nedin şerekî. Banga me jî ew e ku divê ji bo aştiyek mayînde ev bombebaran bi dawî bibin.”
“Hevkariya çeteyên DAIŞ û AKP’’ê tê veşartin’
Berdevkê demî ya Platforma Şaxên KESK’ê Suleyman Aşkan jî got ku bingeha bombebaran de hevkariya çeteyên DAIŞ û AKP’ê radizê. Aşkan da zanîn ku bi van kirinan encamek nayê girtin û wiha axivî: “Tu feydaya van operasyonan nîn e. AKP’a ku van bombebaranan da destpêkirin dê hesabê vê jî zêdetir bide.” Aşkan bilêv kir ku hem xweza hem jî mirovahî ji van bombebaranan para xwe digire û wiha berdewam kir: “Kesê xwedî wijdan divê dengê xwe bilind bike. Em ê jî li hember şer bisekinin û berteka xwe her tim bînin ziman.”
‘Ka bila zarokê Erdogan jî jiyana xwe ji dest bide!’
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Neliman Kanat jî destnîşan kir ku kezeba dayikan gelekî dişewite û di mala xwe de nikarin ji ber dengê balafirên şer razên. Dayik Kanat anî ziman ku her tim zarokên xizanan di vê şerê de jiyana xwe ji dest dide û wiha got: “Ka bila zarokek Erdogan jî jiyana xwe ji dest bide da ku êşa dilê me bibîne. Em êdî ji van operasyon û bombebarandina li ser zarokên me re dibêjin bes e.”
‘Ji bo aştiyê bibin mertalê zindî’
Ji endama Meclisa Dayikên Aştiyê Remziye Daştan jî berteka xwe ya li hember bombebaranan wiha anî ziman: “Ev çi zilm e li ser zarokên me tê meşandin? Ma ji xwînê têr nebûn hêj. Hikûmeta AKP’ê ku şer dixwaze divê bombeyên xwe yên li ser zarokên me paş ve bikişîne. Em ê ji bo aştiyê li hember van bombebarana hewce be bibin mertalê zindî.”
(gka/wk)