1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Cotkaran rê ji trafîkê re girtin
Cotkaran rê ji trafîkê re girtin,cotkaran,rê,ji,trafîkê,re,girtin

Cotkaran rê ji trafîkê re girtin

A+ A-

5 Pûşper

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Amed û Mêrdînê cotkaran ji bo pêkanînên DEDAŞ'ê ya ku bêyî jimêrkerê binêrin, di Sîstema Qeydê ya Cotkaran de çiqas erazî heye deynê ceryanê derxistine protesto bikin riyên Amed-Mêrdîn û Amed-Êlihê ji trafîkê re girtin.

BÎSMIL

Li navçeya Bîsmîla Amedê cotkaran ji bo pêkanînên DEDAŞ'ê ya ku bêyî jimêrkerê binêrin, di Sîstema Qeydê ya Cotkaran de çiqas erazî heye deynê ceryanê derxistine û desteserkirina prîmên bi bîryara Lijneya Wezîran hatiye dayîn şermezar bikin riya Amed û Êlihê ji trafîkê re girtin. Bi sedan cotkarên ku serê sibehê kom bûn li ser Pira Bîsmilê çalakiya rûniştinê dane destpêkirin û rê ji trafîkê re girtin. Cotkarên ku çalakiya xwe didomînin pankartên wekî "Dedaşa tivnikî bicehnime", "Tu kes nikare roja deşta Bîsmilê bigire" vekirin.

Karkerên ku ji aliyê riya Êlihê kom bûn jî li Karakopruyê hatin cem hev û rê ji trafîkê re girtin. Li riyên ku derdikevin li ser riya Amed û Êlihê ji aliyê polîs, TOMA û wesayîtên bi zirxî hatin bicihkirin. Li navenda navçeyê gelek esnafan jî ji bo piştgiriya cotkakar darabeyên xwe girtin.Cotkaran diyar kirin ku heta daxwazên wan neyên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin.

ÇINAR

Li Çinarê jî bi heman daxwazê bi sedan coktar kom bûn û riyên Mêrdîn-Amed û Amed-Êlihê ji tarfîkê re girtin. Piştî ku cotkaran rê ji trafîkê re girtin gelek polîs û wesayîtên bizirxî sewqî herêmê hatin kirin.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê çotkarên ku xwestin nerazîbûnên xwe bînin ziman li ber Midûriyeta DEDAŞ'ê ya Bajar kom bûn. Li cihê ku cotkar kom bûn gelek polîs û TOMA hene. Daxwaza coktaran a ku xwestin bi rayedarên DEDAŞ'ê re hevdîtin pêk bînin ji aliyê rayedaran ve hate redkirin. Sekna coktaran didome.

(sa)