'Cîhada esasî têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê ye'
STENBOL (DÎHA) - Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê didomin û berxwedana li hemberî êrîşên çeteyan bênavber didome. Li hemberî êrîşên çeteyên derdorên cuda bertekên xwe anîn ziman. Serokê Giştî yê MAZLUMDER'ê Ahmet Faruk Unsal diyar kir ku divê hemû misilman dûrî êrîşên DAIŞ'ê bisekinin. Nivîskar Îhsan Elîaçik jî got ku parastina li hemberî êrîşên DAIŞ'ê rewa ye û wiha axivî: "Dne ku tiştên DAIŞ dike, derketina li dijî êrîşên DAIŞ'ê cîhad e. Parastina jin, zarok û sivîlan cîhad e." Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Mehmet Bekaroglu der barê êrîşên çeteyan de ev tişt anî ziman: "Di qurana ku min xwendiye de hiqûqa şer heye. Ew esîrên di destê xwe de dixeniqînin. Tu eleqeya wan bi mirovahiyê re tu ne ye."
Berxwedana şervanên YPG/YPG'ê ya li hemberî êrîşên çeteyan di roja 12'emîn de didome. Nerazîbûna li hemberî çeteyên hov ên DAIŞ'ê her ku diçe zêde dibe. Serokê Giştî yê MAZLUMDER'ê Ahmet Faruk Unsal diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê ku ewilî êrîşî Şengalê û dawiyê jî Kobanê kirin ji bo gelên herêmê talûkeyeke mezin e. Unsal bal kişand se4r pêkanînên DAIŞ'ê yên dermrovahî û wiha axivî: "DAIŞ a ku cih û warên qedîm ên gelên ku bi hezaran salan e li ser dijîn dagir dike û li ser wan pêkanînên hovane dimeşîne divê teqez were sekinandin." Unsal bi bîr xist ku ev "makîneyên tundiyê" ku îro êrîşî kurdan dikin, ne diyar e dê sibe êrîşî ku derê bikin.
'Divê yên li dijî DAIŞ'ê şer dikin bên destekirin'
Unsal li ser têkoşîna hevpar a ku li hemberî DAIŞ'ê were meşandin rawestiya û wiha pê de çû: "Heke tê xwestin ku DAIŞ were dekinandin divê destekê bidin hêzên ku li dijî wê şer dikin. Divê Tirkiye di têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê tê meşandin de rasterast destekê bide kurdan." Unsal ev bang li hemû misilmanan kir: "Divê bi awayekî vekirî ji raya giştî re deklare bikin ku ew e xwe ji DAIŞ'ê dûr bigirin û bi vî awayî DAIŞ'ê tenê bihêlin." Unsal li ser êrîşên çeteyan jî rawestiya û wiha pê de çû: "Kesên ku bi hezaran salan e li ser axa ku dijîn bi darê zorê wan derdixin û wan neçarî jiyaneke ku ew naxwazindikin. Ev tiştên ku tên kirin tu eleqeya wê bi îslamiyetê re tune ye. Vê yekê li ser hovîtiyekê pêk bînin ev dibe pêkanîneke ku deqek reş li ser navê îslamê tê xistin. Ji ber vê tiştên ku tên kirin derveyî îslamê ye û ne rewa ye."
'Destekdayîna tevgerên ku li dijî DAIŞ'ê şer dikin rewa ye'
Nivîskar Îhsan Elîaçik jî bang li misilmanan kir ku li dijî êrîşên DAIŞ'ê derkevin û wiha domand: "Ewilî mirovan dikujin, ya duyemîn mal û mulku man desteser dikin, ya sêyemîn welatiyan ji cih û darên wan koçber dikin û ya çaremîn jî jinan ji xwe re dikin cariyên xwe û tecawizî wan dikin. Yên ku ev her çar sûcan bikin ne pêkan e ku wekî misilman bimînin." Elîaçik bal kişand ser hovîtiya çeteyan û têkoşîna li hemberîwan tê meşandin û wiha berdewam kir: "Ji ber vê yekê ne ku tiştên DAIŞ dike, derketina li dijî êrîşên DAIŞ'ê cîhad e. Kesên ku li hemberî pêkanînên DAIŞ'ê çek hilgirtine û can, mal, gundê xwe biparêze cîhad e. Di îslamiyetê de cîhad ev bi xwe ye. Ji ber vê yekê ez bang li her kesî dikim ku li hemberî komkujiyan, desteserkirinê û sirgunkirinê têbikoşin û destekê bidin eksên ku li hemberî DAIŞ'ê can û welatê xwe diparêzin."
'Kobanê rastiya şerê 30 salan e'
Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Prof. Dr. Mehmet Bekaroglu jî anî ziman ku Kobanê rastiya şerê ku ev 30 sal in li Tirkiyeyê tên meşandine. Bekaroglu bilêv kir ku komkujiyên DAIŞ'ê tu eleqeya wan bi mirovahiyê re tune ye û wiha got: "Di quranan ku min xwendiye de hiqûqa şer heye. Ew esîrên di destê xwe de dixeniqînin. Jin û zarokan nasnakin. Tu eleqeya wan bi mirovahiyê re tu ne ye."
(wk)