Cîhan li Kobaniyê silav dike
Bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek welatan pîrozbahî tên kirin. Di pîrozbahiyan de banga ji nû ve avakirina Kobanê tê kirin û ji hêzên navneteweyî tê xwestin zextan li Tirkiyeyê bikin
NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek welatan pîrozbahî tên kirin. Di pîrozbahiyan de banga ji nû ve avakirina Kobanê tê kirin û ji hêzên navneteweyî tê xwestin zextan li Tirkiyeyê bikin.
MANNHEIM
Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê nêzî hezar kesên li ber Akademiya Abend kom bûn ji bo Kobanê hatin gel hev.
Çalakî ji aliyê DKTM, DGB û HDP'ê ve hat organîzekirin.
Bahattîn Dogan ê li ser navê NAV-DEM’ê axivî bal kişand ser hilbijartinan û got: “Serketina Kobanêyek nû di rêyê de ye.”
Pîrozbahî bi dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî YPG/YPJ" û stranan bi dawî bû.
SIDNEY
Li bajarê Sidney ê Awûstralya Kurdistanî û dostên wan ji bo Kobanê hatin cem hev. Di pîrozbahiyê de mamosteyê Zanîngeha Teknîk a Sidney Anjana Regmî, nivîskar Alison Buckley Gren, nivîskarê rojnameya Left Week Peter Boyle, axivîn.
Parlamenterê Partiya Keskan NSW Hamie Parker jî serketina Kobanê pîroz kir.
DAYIKA JOHNSON JÎ TEVLÎ BÛ
Dayika şervanê YPG’ê Ashley Johnson (Bagok Serhat) Amanda Johnson jî tevlî pîrozbahiyê bû.
Nûnerê KNK’ê yê Sidney Îsmet Taşman jî ji bo ji nû ve avakirina Kobanê xwest Awûstûrya û hêzên navneteweyî zextê li Tirkiyeyê bikin.
Di pîrozbahiyê de Hevserokên DKTM Brusk Aiveri û Gulseren Yildiz jî axivîn.
MELBOURNE
Li bajarê Melbourne yê Awûstralya Roja Kobanê ya Cîhanê hat pîrozkirin.
Pîrozbahî di pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan a Victoria û Australian for Kurdistan li ber Pirtûkxaneya Eyaletê hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de sirûdên Rojaba silav dikin hatin xwendin û li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Mahmût Kahraman axivî.
Di pîrozbahiyê de Serokê Konseya Sendîkayên Victoria û Sendîkaya Perwerdeya Bilind a Neteweyî ya Awûstralya Colîn Long jî axivî.
ÎTALYA
Li bajarê Venedîk ê Îtalya jî ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê pîrozbahî hat lidarxistin.
Her wiha li Kalyerî ya girêdayî Girava Sardînya ji bo Kobanê meşek hat lidarxistin.