1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Cîhan zuha dibe
Cîhan zuha dibe,cîhan,zuha,dibe

Cîhan zuha dibe

Li Tirkiye û cîhanê hişkesalî her ku diçe zêde dibe û zuhayî belav dibe

A+ A-

Li Tirkiye û cîhanê hişkesalî her ku diçe zêde dibe û zuhayî belav dibe. Bi pêşketina pîşesaziyê û bendavên ku li ser ruyê erdê tên kirin re avhewa tê guhertin û hişkesalî zêde dibe. Guhertina hişkesaliyê herî zêde bandorê li ser çotkar û rençberan dike û hilberînê kêm dike.

Li Tirkiyeyê her cend wekî ku zuhayî û hişkayî tune be jî sal bi sal pirsgireka avhewa û hişkesaliyê xerab dibe. Derya Reş sal 12 meh dikare bi baranê xwe biparêze, lê Anatoliya Navîn her ku diçe hişkesalî zêde dibe û zuhayî dest pê dike. Herêam rojhilat her ku diçe zuhayî bêtir xwe rû dide û dibe pirsgirêka sereke.

Li gorî zanistiyê 4 cureyên zuhabûnê heye. 1) Zuhabûna meteorolojik. Ev zuhabûn li gorî barîna barana salane xwe dide nîşan. 2) Zuhabûna Hidrolojik; Ev zuhabûn jî li gorî bilindbûn û nizmbûna ava çem, gol û bendavan xwe dide nîşan. 3) Zuhabûna Çandiniyê; Ev zuhabûn jî li gorî rewa û pêdiviyên nebatan tê guhertin. 4) Zuhabûna civaki; Ev zuhabûn jî kêmbûna avê ya hilberîn û serfkirinê bandor dike ye.

Li Tirkiyeyê zêdebûna karbondioksitê ji sedî 1.3 ye û di rêza 13'emîn a welatê cîhanê de ye. Di salên 1990'an de li Tirkiyeyê salê 200 milyon ton karbondioksit diket nava atmosferê. Di sala 2004'an de ev hêjmar derket 350 milyon tonan. Di sala 2010'an de gihişt nêzî 400 milyon tonan.

Ji ber ku rêjeya karmonmonoksîtê li Tirkiyeyê zêde dibe deşt û zozan, çem û gol her ku diçin zuha dibin. Zeviyên bi xêr û bêr her ku diçin hişk û şor dibin. Bi zuhabûna çem, rûbar, gol û avzêmkan re bi sedan cureyên sewalan jî winda dibin û dimirin. Li gorî rapora Enstîtuya Zanistiyên Zikerdê ya Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê ger ku bi vê hêz û bezê germahiya kurevî bidome dê di sala 2070'an de dê li Tirkiyeyê germahî 6 °C’ zêde bibe. Havinan dê 5 û 6 °C, zêde bibe zivistanan jî dê 2 – 3 °C zêde bibe. Ji ber ku sanayî li dijî zanistî û kontrolê pêş dikeve ekosistema Tirkiyeyê xera dibe û bi sedan cureyên zindî weran winda dibe.

Odeya Bazirganiyê ya Enqere: Tirkiye di rîskê de ye

Li gorî rapora Odeya Bazirganiye ya Enqereyê ya Kermahiya Kurevî Tirkiye di talûkeyê de ye. Li gorî daneyên germahiyê yên 70 salan ên li 70 îstasyonan germahî û hişkesaliya li Tirkiyeyê her ku diçe zêde dibe. Di nava 10 salan de di navbera 0.07- 0.34 pelan de zêde bûye.

Li gorî rapora Fona Foruma Sewalên Biyanî ya Cîhanê (WWF) dê li Tirkiyeyê germahî derkeve ser 40 dereceyan û li qadên çandiniyê jî dê ji sedî 40 zuhabûn pêk bê.

Di serî de dê li Firatê nezla avê dakeve. Ji ber ku her diçe nesla avê dadikeve her diçe berhemên zeviyan û hilberina dar û beran jî kêm dibe. Barîna berfê ya zivistanê sal bi sal kêm dibe û dê bêtir kêm bibe. Gelek herêmêm ku berê berf dibariya êdî ruyê berfê nabînin. Li Tirkiyeyê peravê avê her ku diçe bilind dibin û plaj êdî nayên bikar anîn.

Tirkiye peymana Kyoto îmze kir lê!

Li gel ku Tirkiye protokola Kyoto îmze kiriye jî, li hemberî rêjeya karbonê tu tedbîran nastîne. Ji bo rê li pêşiya zêdebûna karbonê bigire li hemberî fabrîqeyên sanayê û pergala fîltrasyonê pêk nîne. Gazên kîmyevî yên ku tev li atmosferê dibin, roj bi roj rêjeya hevseniya Oksijen, Hîdrojen û Azotê xera dike û ev jî dibe sedema zêdebûna germê û nexweşiyên din.

Fransa her sal ji bo îstasyona şarzê ya maşîneyên bi ceyranê 2.2 milyar dolar pere vediqetîne. Dîsa ji bo maşîne kêm CO2'ê derxin projeyan amade dikin. Rêxistina Meteorolojiya Cîhanê diyar ki ku îsal ji sedî 40 tebeqeya zivistanê tune bû û salên berê ev ji sedî 30 bû.

(mae)


Bêjeyên Miftehî