Dadgeha bilind cezayê Yuksekdag erê kir
16’emîn Daireya Dadgeha Ceza, 10 meh cezayê ku 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê li Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag erê kir
ENQERE - ANF 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê, ji ber Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag di 2012’an de li Edeneyê axaftinek kiribû, bi îdîaya li gorî xala 7/2’an "propaganda" kiriye 10 meh ceza birîbû. Parêzeran ceza îtîraz kiribûn û doz biribûn 16’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind. 16’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind, biryara 10 meh ceza ya dadgeha herêmî ya 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê erê kir. Yekîneya Çapemeniya HDP’e têkildarî cezayê li Yuksekdag hatiye birîn daxuyanî da û anî ziman ku bi “propaganda rêxistinê” li siyaseta muxalif gefan dixwin. Yekîneya çapemeniya HDP’ê da zanîn ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) bi dehan caran Tirkiye di azadiya ramanê de mahkum kiriye, lê dîsa hikûmeta Tirkiye di vê yekê de israr dike.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku cezayê li Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag hatiye birîn cezayekî siyasî ye û wiha got: “Ji ber ku destnedayîna Yuksekdag hê jî berdewam dike, înfaza vî cezayî jî ne pêkan e. Li gorî xala Qanûna Bingehîn a 83/3’an Yuksekdag hê jî xwedî nasnameya Parlamenteriyê ye.Heta ku wekîltiya wê bidome ne pêkan e ev ceza bê erêkirin.
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Li gel ku Figen Yuksekdag di hilbijartina giştî ya 7’ê Hezîrana 2015’an de hat hilbijartin jî li şûna darizandina wê bê rawestandin, dîsa darizandina wê berdewam kir. 16’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind, çalakî û daxuyaniyên ku DMME wekî azadiya raman û wijdan bi nav dike, wekî "Yekîtiya milet û dewletê xera dike, rakirina komara demokratîk û laîk armanc dike”nirxandiye. Dadgeha Bilind bi vî rengî biryara DMME’ê û destnedayîna wekîl li ber çavan negirtiye. Qanûna Bingehîn peyvir û berpirsiyariya xwe pêk neanîye. Hilbijêran ji bo mafê jin, ked, xweza û edaletê Figen Yuksekdag hilbijartiye.Ji ber vê yekê yê ku wê ji peyvira wekîltiyê bigirin jî dîsa hilbijêr in.”
HDP’Ê BERTEKA TUND NÎŞANÎ CEZA DA
Rêxistina HDP’ê cezayê ku li hevseroka Giştî ya HDP’ê Figen Yuksekdag, birîye bi zimanekî tund şermezar kir. Berpirsiyara Karên Hiqûqê û Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê Prz. Aysel Tugluk, diyar kir ku erêkirina cezayê Yuksekdag li dijî qanûn û hiqûqê ye. Tugluk têkildarî ceza daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Yuksekdag ji ber axaftinek xwe ya 2012’an bi îdîaya “propaganda” kiriye rastî 10 meh ceza hat. Lê siyaseta muxalif bi ‘propaganda rêxistinî’ gefan li siyaseta demokratîk dixwe. DMME bi dehan caran Tirkiye ji ber vê yekê mahkum kiriye. Biryara der barê Hevseroka me Yuksekdag de hatiye dayin siyasî ye. Ji ber ku tekildarî mijarê fezleke nehatiye tanzim kirin destnedayîna Hevseroka Giştî hê jî berdewam dike. Li gorî xala 83/3’an a Qanûna Bingehîn Yuksekdag wekîla gel e û heta ku wekîl be ceza ne pêkan e. Li gel ku Yuksekdag hat hilbijartin jî dîsa darizandina wê berdewam kir. 16’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind li dijî biryar û pîvanên DMME’ê biryar daye.”