Dadgehê tecawizkar serbest berda
Dadgehê guh neda rapora saziyên Tipa Edlî û tecawizkar serbest berda
Zilamê 26 salî O.T. zaroka 13 salî M.T, serxweş kir, tecawizî M.T. kir. O.T., piştî bûyera tecawizê hat girtin, lê li gel 2 saziyên tipa edlî rapora tecawizê amede kir jî, dîsa heyeta dadgehê piştî 3 mehan zilamê 26 salî O.T serbest berda. Zaroka bi navê M.T., ku ratî tecawizê hat got 'Ez êdî şerm dikim derkevim nava mirovan. Derûniya min xera bû. M.T., anî ziman ku li ber çavê dadgehê wekî ku li şûna O.T. ew sûcdar be û ji min bawer nekirin. Dadger xwe bi min re aciz kir."
Li navçeya Bayrakli ya Îzmirê di gulana 2012'ande zaroka 13 salî M.T. li gel hevala xwe ya 16 salî E.K. ji malê reviyan. Xizmê zarokan O.T. yê 26 salî ku di fabrîqeya xalîçeyan de dixebitî, bi telefonê li M.T. û E.K geriya. Piştre ew li maşîneya xwe kir û birin cihê kar. O.T. dema ku deriyê kargeriyê girt 2 zarok birin cihê kar û alkol da zarokan. O.T piştî M.T. bi alkolê serxweş kir tecawizî wê kir û bi zewacê ew xapand. O.T. piştî bûyerê gef li M.T xwar û got "Ger ku tu înkar bike ez dê birayê te bikujim." M.T. ku rastî tecawizê hat derûniya wê xera bû, 2 meh şûnde bûyer ji hevalekî xwe re got. M.T. li ser israra hevalê xwe çûn qereqolê û bûyer ji polîsan re vegot. Piştre li qereqola polîsan, giliylê O.T kir. Li ser îfadeya M.T, demek şûnde O.T, hat binçavkirin. O.T. ku bi îdîaya "Tecawizî zarok kiriye" hat girtin, piştî 3 mehan girtî ma, dadgehê O.T. bi hinceta "Delîl kêm in" serbesd berda.
Li ser daxwaza dozger rapor i Zanîngehê wergirt
Dozgerê Komarê yê Îzmirê ji bo bixwaze derûniya ruh û mejî ya M.T. xera bûye ya na ji Şaxa Makezanîna Tenduristiyê û Tenduristiya Ruhê Zaroken a Tipa Zanîngeha Dokuz Eylulê rapor xwest. Nexweşxaneyê jî piştî muaine û kontrolê rapor da M.T. û diar kir ku hatiye tespîtkirin ku M.T rastî tecawizê hatiye û derûniya wê xera bûye. Nexeşxaneyê ji bo dermankirina derûnî rapor da. Li ser ve yekê dozger der barê O.T. de îdîaname amade kir û diyar kir ku M.T ji ber alkola ku O.T' daye di ber xwe nedaye û rastî tacawiza O.T. hatiye. Dozger diyar kir ku O.T. bi zorê û li dijî vîn û biryara wê tecawizî M.T kiriye û xwest bi sûcê "Tecawiza bi zorê" bê cezakirin. O.T. piştî 3 mehan girtî ma derket pêşberî 2'mîn Dadgeha Cezayê Giran a Karşiya, dadger li gel delîl û raporan der barê tecawizkar O.T. de biryara serbestbedanê da. Heyetê piştî O.T. serbest berda doz taloqî 28'ê Adarê kir.
'Ez ji ser hişê min birim û bi zorê tecawiz kir'
M.T. ani ziman ku dema ew û hevala xwe E.K. ji malê reviyan xizmê wan O.T. bi telefonê li wan geriya û piştî ew birin cihê kargeriyê. M.T. da zanin ku piştî O.T. alko da wan ew ji ser hişê xwe kirin û bêyî vîna wê û biryara wê bi zorê tecawizî wê kir. M.T. da zanîn ku O.T piştî çend roj şûnde dîsa li wê geriya û ji wêre gotiye "Ji kesekî re nebêje ez dê birayê te bikujim" û gef li wê xwarine.
M.T, serpêhatiyên xwe vegot û anî ziman ku li gel hemû tişt li qereqola polîsan û dozgeriyê parve kir û rapor stend jî dîsaı O.T. pixtî 3 mehan serbest hat berdan.
M.T. da zanîn ku niha O.T. li stenbolê rûdinê û dixwaze şahidê derewîn ji xwe re çêke û ser bûyerê bigire û wiha got: "Êdî ez ji dadger û polîsan tu heviyê nakim. Hêvî dikim ku keça dadger jî wekî min bibe. Ez dixwazim heman tişt bi serê O.T de jî bê. Êdî derûniya min xera bûye û nikarim derkevim nava civakê. Wekî ku her kes rewşa min zanibe ez şerm dikim."
(mae)