DAIŞ 80% ji Mûsilê Kontrol dike
10 / 2014 ANHA- MÛSIL - Çeteyên DAIŞ'ê ji sedî 80 ji bajarê Mûsilê yê 402 km dûrî paytexta Îraqê Bexdayê xistine bin kontrola xwe û artêşa Îraqê ji bajar vekişiyaye. Heta niha niha bi dehan welatiyên sivîl, leşkerên artêşê hatine kuştin. Çeteyan her wiha gelek çek û cebilxane jî desteser kirin.
Şevê din komên DAIŞ'ê Avahiya Parêzgeha Mûsilê, Navenda Rêveberiya Polîsên Nînewa, navendên televizyonên Sema El-Mûsil û Nînewa El-Xed ku weşana wan jî hate rawestandin, Bargeha El-Xezlanî, Girtîgeha El-Tesfîrat, Rêveberiya Operasyonan û Balafirgeha Mûsilê xistin bin kontrola xwe. her wiha 50 panzer, 2 Helicopter, 200 çekên Kalashnikov, gelek cebilxane û hin parçeyên top, fûzeyan û gelek çekên din bi dest xistin. Aliyê rastê yê bajar ket bin kontrola komên DAIŞ'ê ku piraniya şêniyên taxên wê alîgirên Serokê Îraqê yê berê Sedam El-Husên û dijberî rêjîma El-Malikî ne.
Beriya ku komên DAIŞ'ê derbasî bajar bibin, hin çalakiyên xwekujiyê li hêzên artêşê pêk anîn. DAIŞ'ê li derdora Hotela El-Mûsil li dijî kombûneke hêzên artêşa Îraqê teqîn pêk anîn û di encamê de bi dehan leşker hatin kuştin û deverên wekî Pira 5'an, herêmên El-Sewra, Taxên El-Seha, El-Bursa, El-Mihete, El-Igêdat, El-Meşfe ketin bin kontrola DAIŞ'ê.
Her wiha piştî şer û pevçûnên dijwar ên li navçeya El-Mihelebiyê, Fermandarê Fûca Sewlet El-Fursan rojavayê bajarê Mûsilê hate kuştin.
Komên DAIŞ'ê di saetên derngiya şevê de taxên El-Nûr, El-Selam, El-Musene, Cidêdet El-Neqîb, El-Mesarif, El-Mecmûa El-Seqafiye, El-Qadisiyê El-Saniyê, Somer, El-Bekir, El-Erbaciyê, El-Zehraa, El-Tehrîr, Yarimce, Felistîn, Taxa 120'an, Qada El-Xaz, Taxa 95'an, Cidêdet El-Miftî, El-Intîsar, El-Erebî, El-Wehdê, El-Mîsaq û El-Cezair bi temamî xistin bin kontrola xwe.
Rêveberê Parêzgeha Nînewa beriya ku DAIŞ êrîş bike bi du saetan ji avahiya parêgehê derketibû û diyar kir ku rêveberê operasyonên Nînewa Ebûd Qenber û Elî Xêdan aliyê rast ê bajar radestî çeteyên DAIŞ'ê kirine. Lê çalakvanan diyar kirin ku Ebûd Qenber û Elî Xêdan hatine kuştin.
Her wiha 4 leşkerên kurd dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî balafirgeha Mûsilê kirin, li ber xwe dan û di encamê de jiyana xwe jidest dan. Di saetên derngê şevê de DAIŞ'ê di malpera xwe ya Facebookê de ragihand ku piraniya taxên bajarê Mûsilê di bin kontrola wan de ne û diyar kir ku deverên wekî El-Hedbaa, El-Kindî, Girtîgeha Badoş û hin deverên hêzên artêşê neketine dest wan.
Bi êrîşên DAIŞ'ê re welatiyên bajarê Mûsilê dest bi koçberiyê kirin. li gorî çalakvanan, zêdetirî 700 hezar welatiyên sivîl ji bajar derketine. Cenazeyên welatiyên sivîl, leşkerên artêşê û çeteyên DAIŞ'ê li kolanan mene û girûpên tenduristiyê jî nikarîbûn xwe bigihînin van deveran.
Li aliyê din li hersê parêzgehên Başûrê Kurdistanê hêzên ewlehiyê tedbîrên xwe digrin û amadekariyên xwe dikin.Her wiha hemû tiripêlên ku derbas dibin kontrol dikin. Hate gotin ku hêzên ewlekariyê ji metirsiya hebûna komên veşartî yên DAIŞ'ê dest bi lêgerîn û kontrolkirina hin malan kirin.
FERHAD ŞAMÎ
(he)