1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. DAIŞ cihên pîroz ên Şengalê diteqîne
DAIŞ cihên pîroz ên Şengalê diteqîne,daiş,cihên,pîroz,ên,şengalê,diteqîne

DAIŞ cihên pîroz ên Şengalê diteqîne

A+ A-

ŞENGAL/ROJNEWS

Çeteyên DAIŞ’ê cihên pîroz û dîrokî yên Xiristiyan û Êzdiyan ên li Şengalê diteqîne û xirab dike.

Piştî hezên hevbeş ên kurdî, gêrîllayên HPG-YJA Star, YBŞ, YPG/YPJ û Peşmerge ketin navenda bajarê Şengalê, şerê kolan bi kolan bi çeteyên DAIŞ’ê re dest pê kir. Di encama wan şerên dijwar de çeteyên DAIŞ’ê zêde li berxwenedan û neçar man ku ji cihên ku dagirkirne, vekişin.

Çeteyên DAIŞ’ê yên ku bi şerê sing bi sing nikarin li berxwe bidin, bi otomobilên bombebarkirî êrişan pêktinin. Di heman deme de navenda bajêr didin ber agir û hewl didin navenda bajêr bikin wek bajarekî xirab.

Yek ji wan cihên pîroz yên ku dibe hedefa êrîşên çeteyên DAIŞ’ê jî derên Mesîhiyanin. Di nava Şengalê de 3 derên Xiristiyanan hene û 2 ji wan ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine hilweşandin. Dêra li Suka Jêr roja 1’ê Çile di encama otomobîlekî bombebarkirî de hat teqandin û rûxandin. 2 derên din ku yek ji wan li taxa Hey Nasir û yek jî li taxa Hey Yermukê ye jî di bin gefa rûxandina çeteyên DAIŞ’ê dene.

Li gor agahdariyên nûçegihanê RojNewsê li Şengalê, dêrekî din jî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye teqandin û xirab kirin.

Çeteyên DAIŞ’ê ligel komkûjiyên li dijî mirovan, cihên pîroz û dîrokî jî tûne dike û ji nav dibe.