‘DAIŞ, di bin çavdêriya polîsan de fîdye digire'
ERDOGAN ALAYUMAT
HATAY (DÎHA) – Welatiyê Kurd ê ji Suriyeyê Serdar Muhammet Şerîf li Helebê ji aliyê DAIŞ'ê ve hate revandin û li hemberî 30 hezar TL fîdyeyê serbest hate berdan. Xizmê Şerîf, Mehmet Oral da zanîn ku ev 3 mehe Şerîf li cihekî nêzî otogara Hatayê dihate girtin û dema çûne Şerîf bînin, polîsan heta Şerîf hatiye berdan ew şopandine.
Çeteyên DAIŞ'ê ku bi kirinên hovanê yên dijî mirovahiyê tên nasîn, ji bo li ser piyan bimînin, çavkaniyen wekî revandina mirovan, firotina tiryake, fihuş û bazirganiya mirovan bikartîne. Herî dawî li Helebê çeteyan welatiyê kurd ê bi navê Serdar Muhammet Şerîf revandin. Şerîf ê ku ji ber zulma DAIŞ'ê reviya bû û bi malbata xwe re li Şirnexê bicih bûbû, boneya hinek karê wî li Helebê mabû çû wê derê. Şerîf li vê dêrê bi 25 leşkerên Suriyeyê ve rehîn tê girtin. Li ber çavên Şerîf 20 leşkerên Suriyeyê hatine serjêkirin. Şerîf pişti demekê li Helebê hatiye girtin, anîne navçeya Reyhanli ya Hatayê û 3 mehan li vir maye. Çeteyan piştî demekê ji malbata Şerîf re agahî şand û ji malbatê re gotin ku ger ew 30 TL fîdye nedin wê kurê wan bikujin. Li gel vê malbatê dest bi tevgerê kir û ji xizmê xwe yê li Hatayê Mehmet Oral re agahî şand.
Oral jî 30 hezar TL yê ji malbatê sitand bi çeteyên DAIŞ'ê re kete nava têkiliyê û çû cihê ku ew dixwazin. Oral ku ew gazî cem otogara Hatayê kirine got dema gihiştiye wê derê hin kesên di destê wan de çeka Uzî heyî ew pêşwazî kirine û ji wir ew birine cihekî nêzî otogarê. Oral, da zanîn ku dema ji ber otogarê heta cihê hatine polîsan bi wesayîten akreban ew şopandine û di bin çavdêriya polîsên tirk de çeteyan ev pere ji wî girtine. Oral, wiha axivî: "Li vir em demek kin sekinîn û pişt re em birin cem Serdar. Ji ber ku por û rûyê wî tevli hev bûbû me ew nasnekir. Heta ku bi diya xwe re telefone axivî paşê me zanî ew e. Me ew ji vir girt û anî malê."
Oral da zanîn ku piştî bûyerê psîkolojiya Şerîf xera bûye û ji bo dermankirinê ew birine Stenbolê.
(lg)