1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. DAIŞ gundê elewiyan ên Semsûrê deq dike!
DAIŞ gundê elewiyan ên Semsûrê deq dike!,daiş,gundê,elewiyan,ên,semsûrê,deq,dike

DAIŞ gundê elewiyan ên Semsûrê deq dike!

A+ A-

FERHAT ÇELÎK

SEMSÛR (DÎHA) - Çeteyên DAIŞ'ê yên Semsûrê weke baregeh bikartînin vê carê jî derket holê ku gundên elewiyan deq dikin. Çeteyên DAIŞ'ê bi rêbazên cuda çûn gelek gundên elewiyan ên li Semsûrê û pirsên "Li vir cen gundên elewiyan hene?" pirsîn û di nava gel de bûn sedema diltirsiyê. Tê gotin ku pevçûna di 20'ê tîrmehê de di navbera HPG û leşkeran de qewimî jî ji ber çeteyên DAIŞ'ê yên li herêmê keşîf dikirin pêk hat.

Piştî derket holê Orhan Gonder ê ku li hemberî mitînga HDP'ê ya Amedê êrîşa bombeyî pêk anî û Şeyh Abdurrahman Alagoz ê ku li hemberî ciwanên sosyalîst ên li Pirsûsê êrîşa xwekujî pêk anî demek dirêj bi hev re tevgeriyan careke din Semsûr ket rojevê. Welatiyên elewî yên li bajar ji ber kesên bi guman di demên dawî de dikevin gundan diltirs kirin. 3 kesên di 20'ê tîrmehê de li gundê Kuyucak û gundên derdorê yên bakurê Semsûrê geriyan û minîbûsa 3 kesên bi rû tê de duh çûye gundê Çakal di nava gel de bû sedema gumanan.

'Çend gundên elewiyan hene?'

Jina bi navê Z.C. a ku gundê Çakal dijî diyar kir ku tu zirara wan ji tu kesî re tuneye û bi çandîniyê derbara xwe dikin. Z.C. ji ber tu ewlehiya wan tuneye xwest ku wêne û dîmenê wê neyên kişandin. Z.C. anî ziman ku dema li baxçeyê malê rûdinişt kesekî bi rû û kincên fireh li xwe kirin û mefurekî kevin avêtî ser milê xwe di nava malan de digeriya dît û wî kesî xwe weke "firoşkarê mefuran" da nasîn. Z.C. da zanîn ku ji ber wê merq kir xwest ku mefuran bibîne û wiha got: "Min berê xwe de mefurê, kefin bû. Tiştekî wisa ji rêzê hatî çêkirin bû. Got buhayê wê 850 TL. ye. Piştî min buhayê wê bihistî min dest ji kirî berda. Di vê demê de ji min pirsa 'Li varan çend gundên elewiyan hene?' Ez matmayî bûm. Min dema pirsa 'Tu dê çi li gundên elewiyan bikî? Tu mefur firoşekî çawa yî? Tu karê te bi elewî-sunnî heye?' û vê carê jî bi destên xwe gundê me û gundên din hejmaratin. Min careke din bertek nîşandan û vê carê bi panîk bû û li minîbûsê siwar bû û bi hevalên xwe re dûr ketin."

Welatiyê bi navê Alî Demîrcî jî diyar kir ku di dema mînîbûs di nava gund de derbas dibû wî mînîbûs rawestan û xwest ku wî heya cem mînîbûsên diçin bajar bibin. Demîrcî li mînîbûsa rawestiya siwar bû û pişt re di mînîbûsê de rastî kesên biyanî hat û ji wan bi guman dibe. Demîrcî anî ziman ku fêm kir ku ew kes biyanî ne û 3 ciwan jî li pêşiya mînîbûsê rûdiniştin û qoltixên din ên mînîbûsê hemû jê hatibûn kriin û wiha got: "Ez dê çûbam bajar û min dît ku minîbûsek tê û min destê xwe lê bilin kir û rawestiya. Di mînîbûsê de 3 kesên bi rû hebûn. Şelên fireh û îşlikên fireh li xwe kiribûn. Weke çeteyên di televîzyonê de me dîtin bûn. Di mînîbûsê de balîf, doşek, beteniye û mefur hebûn. Tê de qoltix tunebûn. Semsûrî û Kobaniyî nebûn. Min got dibe ku DAIŞ bin. Di wesayîtê de du kes qet nediaxivîn. Yê bi min re diaxivî kesekî zeyîf bû. Wî kesî jî min xwest ku ez cigareyekê pêçim. Gotin 'Sofî cigarê dikêşe' Min got ev dê min bibin. Min ji wan re got, 'Min li duryana minîbûsan bînin xwarê. Lê ez li ser riya bejayî anîm xwarê û ber bi Dîlokê ve çûn."

'Em dê xwe biparêzin'

Welatiyên gund ên ji ber kesên bi fikar hatin gund nerihet bûn û biryara xwe biparêzin girtin. Bi bûyera dawî ya hat jiyîn 200 malên li gund hatin hişyarkirin û her şev 8-10 kes li ketin û derketina gund nobetê bigirin bîryar hat girtin. Ji welatiyên gund Kamber Mama diyar kir ku êdî ew dê xwe biparêzin û wiha got: "Şevê em dê bi 8-10 kesan nobetê bigirin. Em dê xwe biparêzin. Em dê bi keya re jî biaxivin û em dê parastina xwe ya cewherî pêk bînin."

Gelo sedema pevçûnê DAIŞ bû?

Tê gotin ku pevçûna di 20'ê tîrmehê de di navbera HPG û leşkeran de pêk hat jî ji ber DAIŞ'ên li hemberîmê keşîf dikirin bû. Li gorî îfadeyên gelê herêmê çeteyên DAIŞ'ê bi wesayîtekê li gundên elewiyan keşîf kirin û ji ber vê yêkê pevçûn pêk hat.

(bd)