DAIŞ li Mûsilê çekdarên xwe yên Iraqî gulebaran dike
ELEND KERKÛKÎ/MÛSİL Çeteyên DAIŞ’ê çeteyên Iraqî yên ji sînorê Kerkûk û Selahedîn direvin Mûsilê gulebaran dikin. Cîgirê serokê civata parêzgeha Neynewa jî diyar kir ku di navbera DAIŞ’ê de cûdabûnekî mezin heye. Piştî şikestinên yek li pey yek ên DAIŞ’ê yên li Kerkûk û parêzgeha Selahedînê, çeteyên DAIŞ’ê ber bi Mûsilê ve direvin. Niha jî çeteyên biyanî yên di nava DAIŞ’ê de, çeteyên DAIŞ’ê yên Iraqî gulebaran dikin. Cîgirê serokê civata parêzgeha Neynewa Nûredîn Qeblan derbarê gulebarankirina çeteyên DAIŞ’ê de ji RojNewsê re wiha got: “Ev demeke çeteyên ereb ên ne Iraqî yên di nava DAIŞ’ê de, dest bi gulebarankirina çeteyên Iraqî yên di nava DAIŞ’ê de kirine. Bihaneya wan jî ew e ku ew çeteyane ji sînorê Kerkûk û Selahedîn reviyane û vegeriyane Mûsilê.” Nûredîn Qeblan di berdewama axaftinên xwe de wiha got: “Niha di nava çeteyên DAIŞ’ê de ji hev cûdabûnekî mezin heye. Baweriya Iraqî û Sûriyên di nava DAIŞ’ê de bi hev nemaye.” Qeblan anî ziman ku gelek çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî dixwazin birevin û di vê derbarê de wiha got: “Tevgerkirin di nava çeteyên biyanî yên di nava rêzên DAIŞ’ê de ji bo rev û vegera welatê xwe çêbûye.” Cîgirê serokê civata parêzgeha Neynewa Nûredîn Qeblan bal kişand ser wê yekê ku DAIŞ li Mûsilê rastî şikestinekî mezin hatiye û wiha dawî li axaftinên xwe: “DAIŞ li Mûsilê şikestiye û ji welatiyên li wî sinorî ne razîne. Agahdarî gihiştine destê me, welatiyên li wir li benda hikûmetê ne û ji bo li dijî DAIŞ’ê serî hilbidin.” (şf/mo)