1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. `DAIŞ sûd ji hinek ragihandinên Başûr werdigire´
`DAIŞ sûd ji hinek ragihandinên Başûr werdigire´,daiş,sûd,ji,hinek,ragihandinên,başûr,werdigire

`DAIŞ sûd ji hinek ragihandinên Başûr werdigire´

A+ A-

HANA AZAD ROJNEWS - HEWLÊR – Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ragihand ku pêwîste wezareta pêşmergeyan a hikûmeta Herêma Kurdistanê despêka şerê ligel DAIŞ’ê, tenê daxuyanî belav kiriban û ragihand ku DAIŞ sûd ji hinek dezgehên ragihandinê yên başûrê Kurdistanê werdigire. Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Azad Hemedemîn ji RojNewsê re diyar kir ku qonaxekî nû derbarê çapemeniya kurdî de derketiye û lewra gelek dezgehên ragihandinê şaşitiyan dikin. Azad Hemedemîn wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Çeteyên DAIŞ’ê sûd ji hinek çapemeniyên başûrê Kurdistanê werdigirin. Divê em hemû li gor exlaqê leşkerî tevbigerin.” Serokê Sendîkaya Rojnamevanan Azad Hemedemîn daxuyaniyên cûda cûda yên wezareta pêşmergeyan şaş dibîne û di vê derbarê de wiha got: “Pêwîst bû wezareta pêşmergeyan despêka şerê ligel çeteyên DAIŞ’ê tenê daxuyaniyên nivîskî belav kiriban. Nekû daxuyaniyên cûr be cûr hatiban dayîn.”