"DAIŞ têk çû, xwediyê xendekan jî wê winda bikin"
BAHOZ DENÎZ - EFRÎN 18.04.2014 11:51:06 Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo da xuyakirin ku êrîşên li dijî Kobanê bi temamî hatine şikandin û DAIŞ li dû vê têkçûnê wê tine bibe. Sîpan Hemo bal kişand ser xendekên piştî êrîşên DAIŞ'ê ji aliyê Tirkiye û PDK'ê ve tên kolandin û got, "Ev hêz tam di vê demê de dixwazin bi ambargoyê re sîstema me vala derxînin."
Fermandarê Giştî yê Yekîneyê Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo bersiv da pirsên ANF'ê û destnîşan kir ku çawa êrîşên li dijî Kobanê hatine pûçkirin, wê gelê Rojava bi berxwedana xwe re xendekan jî pûç bike. Sîpan Hemo got, "Tişta ku mêtîngeran nekarî bikira, PDK îro bi kolandina xendekan hewl dide bike" û destnîşan kir ku piştî êrîşa DAIŞ'ê ew li benda rewşeke bi vî rengî bûn û ji vê re jî amade bûn. Hemo, di serî de YNK û Tevgera Goran bang li hemû hêzên ji Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî van hewldanên PDK'ê bêdeng nemînin û piştgiriyê bidin berxwedana gelê Rojava.
-Beriya her tiştî dixwazim êrîşên ji destpêka meha Adarê û vir ve li hemberî Kobanê ji we bipirsim. Bi qasî zanim, di pêvajoya şoreşa Rojava de herî zêde Kobanê li êrîşên giran û berfireh rast hat. Çima êrîşî Kobanê dikin?
Weke ku tê zanîn di sala 2013'an de weke YPG me li dijî hemû êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê berxwedaneke mezin nîşan dan û piştî ev êrîş hemû hatin pûçkirin li Rojava bi 3 kantonan sîstema xweseriya demokratîk hat îlankirin. Dûre xebatên avakirinê li her qadê destpê kirin. Bêguman ev sîstem ji nişka ve derneket holê, li dû êrîşên giran û berxwedana li dijî van êrîşan hat destpêkirin. Weke YPG me didît ku piştî îlana vê sîstemê wê êrîş di asteke nû de bi zêdehî dewam bikin. Kurdan êdî rêveberiya xwe ava kirin, sîstema xwe ya demokratîk a nû destnîşan kir, ev xist meriyetê û di ser de jî îlan kir ku ev model ne tenê ji bo Kurdan dikare ji bo tevahiya Sûriye û Rojhilata Navîn be. Bêguman me zanîbûn ku mêtîngerên li Kurdistanê dewletên Tirkiye, Îran, Sûriye û dewletên emperyalîst wê aciz bibin û ya me pêşdîtina wê dikir, pêk hat. Û di 10'ê Adarê de li Kobanê em bi pêleke mezin a êrîşan re rû bi rû man. Yên êrîş kirin koma ku ji xwe re digotin Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) bûn. Başe gelo ev DAIŞ kiye? DAIŞ di sala 2013'an de ket rojeva me û rojeva Sûriyeyê. Ji DAIŞ'ê re weke komeke radîkal, El Qaîde hwd. dihat gotin, lê belê dema pratîka van hat dîtin, me dîtin ku zêde naşibe El Qaîdeyê. Rêbaza wan cuda bû. Rêxistinek ji hêzên ji welatên biyanî bû. Bi sedemên cuda hatin xaka Sûriyeyê. Ya rast hin hêzan ji bo li dijî hin hêzan bikar bînin, ew xistin Sûriyeyê. DAIŞ'ê di sala 2013'an de destpêkê li Efrînê dûre jî li herêma Cizîrê li dijî Kurdan dest bi êrîşê kir. Hin komên ser bi artêşa azad, ji bo li dijî Kurdan bikar bîne DAIŞ li herêma xwe xwedî kirin, ew vehewandin û cih dan wan. Piştî ku di êrîşên li hemberî Kurdan de bi serneketin, vê carê wan xwe li ser artêşa azad ferz kirin û bi hev ketin. Rewşeke welê peyda bû ku li herêmên artêşa azad lê serdest bû, vê gavê DAIŞ hikum dike. Li Heleb û herêmên nêzî Cizîrê artêşa azad qediya, DAIŞ hebû. Bi gotina 'Em li dijî Kurdan şer dikin' hemû komên ser bi artêşa azad tesfiye kirin û li herêmên wan artêşa azad serdest bûn. Lê belê li hemberî Kurdan nekarî vê bikin. Ji ber ku hêzên me naşibe artêşa azad. Ev dîtin. Piştî ku ji êrîşên parçe bi parçe encam negirtin, vê carê bi plansaziya li pişt deriyên girtî bi hêzên navneteweyî, herêmî û hin nokeran re, taktîk guhertin. Encama vê guhertina taktîkê bû êrîşên li dijî Kobanê.
ARMANCA BINGEHÎN ŞIKANDINA VÎNA KURDA LI ROJAVA BÛ
Artêşa azad xeteya li her qadê dikir, li vê herêmê jî kir. Bi fikra ku li dijî Kurdan bikar bîne DAIŞ anîbû vê herêmê, lê mîna her qadên din DAIŞ'ê li vir jî artêşa azad qedand û bû hêza yekane. Ji bo êrîşî Kobanê bikin, demeke dirêj amadekarî kirin. Herêma me ya Kobanê, ji aliyê bakur ve Tirkiyeyê girtiye, ji sê aliyê din ve jî -ku rejîma Baasê nifûsa Ereb piştre lê bicih kiribû- ji aliyê DAIŞ'ê ve hat girtin û ambargo li ser hat danîn. Di rewşeke bi vî rengî de DAIŞ'ê xwest ji sê baskan ve êrîş bike û herêmê bi dest bixe. Bêguman li pişt van êrîşan armancên ciddî hebûn. Sedema bingehîn, şikandina vîna Kurdan li Rojava û bêencamhiştina sîstema me ya xweseriya demokratîk bû.
LI SIRRÎNÊ PEVÇÛNÊN HERÎ GIRAN ÊN PÊVAJOYA ŞOREŞÊ HATIN JIYÎN
-Rewşa çawa çiye? Çi bû ji êrîşan?
Ev êrîşên bi nêrîna 'cihekî çar alî girtî bi hêsanî dikare bi dest bikeve, ezê şoreşa Rojava bifetisînim' hatin kirin, vê gavê bê encam mane. Planên hatin kirin, bi ser neketin. Êrîşên di 10'ê Adarê de destpê kirin, roj bi roj zêde bûn. Herî dawî beriya Newrozê di 18-19'ê Adarê de li başûrê Kobanê li herêma Sirrînê ku gundên Ereb lê ye, dikarim bêjim ku me pevçûnên herî giran ên pêvajoya şoreşa Rojava jiyan. 9 rojan bênavber me şer kirin. YPG'ê berxwedaneke dîrokî nîşan da. Me li vir 12 şehîd dan, lê DAIŞ'ê bi sedan windahî da. Cenazeyên wan hînê di destê me de en. DAIŞ'ê piştî ku dît ji vê derê nikare bi pêş ve biçe, ji aliyên din ve dest bi êrîşê kir. Di wê baweriyê de bûn ku YPG'ê hemû hêza xwe biriye eniya başûr, lê belê li eniyên din jî rastî berxwedaneke muezem hatin. Me li wir 9 şehîd dan, lê wan dîsa bi sedan windahî dan, çekên wan, cenazeyên wan û bi dehan endamên wan bi awayekî dîlgirtî hînê di destê me de ne.
'LI ENIYA ROJAVA JÎ TÊK ÇÛN, ME BI GIŞTÎ 24 ŞEHÎD DAN'
Dema li wir jî nekarî tiştekî bikin, vê carê berê xwe dan eniya rojava. Pevçûnên herî giran li vir qewimîn. Ya rast DAIŞ'ê ji xwe di sê rojên destpêkê de fêm kir ku nikare YPG'ê derbas bike, lê dîsa jî pevçûn dewam kir. Ji ber ku ji bo êrÎşan demeke dirêj amadekariyên mezin kiribû. Mîna li eniyên din, li eniya rojava jî têk çûn. Di tevahiya meha Adarê de di êrîşên li hemberî Kobanê de me bi giştî 24 şehîd dan, lê DAIŞ'ê hêza xwe ya mezin winda kir. Bi kurtasî Kobanê ji DAIŞ'ê re bû goristan.
DAIŞ WÊ BI TEMAMÎ WINDA BIKE Û TINE BIBE
Dikarim bêjim ev têkçûn wê bibe sedem ku DAIŞ bi temamî li Sûriyeyê tine bibe û di demeke nêz de jî wê temamiya fonksiyona xwe winda bike. Li gorî planên wan dixwestinb i xistina Kobanê re herêmên Efrîn û Cizîrê bêwate bikin, vîn û hebûna Kurdan binax bikin. Plana dewlet û hêzên di kesayetiya DAIŞ'ê de êrîşî Kobanê kirin, ev bû.
1200 ÎRANÎ BI NASNAMEYA SÛRIYEYÊ BEŞDARÎ DAIŞ'Ê BÛBÛN
-Ev hêz, ev dewlet kî ne?
Piştre derket holê ku li pişt vê planê di serî de rejîmên Îran û Sûriyeyê û Tirkiye hene. Di pratîkê de kes vana nîne cem hev, lê belê derket holê ku ev hêz li holê hebûn. Mînak komên DAIŞ'ê yên li Tel Ebyadê di ser Akçakaleyê dihatin êrîşî Kobanê dikirin. Aşkera bû ku ev yek li pêş çavê qereqolên Tirkan dikirin. Bi temamî nebe jî Tirkiye di nava vê planê de bû. Herî dawî hin belgeyên veşartî yên dewleta Sûriyeyê hatin aşkerakirin ku li gorî van belgeyan 1200 Îranî bi nasnameya Sûriyeyê beşdarî DAIŞ'ê bûne û di nava DAIŞ'ê de wezîfeyên girîng girtine ser milê xwe. Dîsa li gorî agahiyeke din Waliyê niha yê Reqqayê girtiyekî berê yê bi navê Ebû Loqman, bi destpêkirina serhildanê re ji bo rêxistinbûyîna DAIŞ'ê bike, ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve serbest hatiye berdan. Ev şexs li gorî qanûnan vê gavê di girtîgehê de xuya dike, lê di rastiyê de niha waliyê Reqqayê ye ku niha Reqqa navenda DAIŞ'ê ye.
DAIŞ RÊXISTINBÛYÎNA VEŞARTÎ YA ÎRAN Û SÛRIYEYÊ YE
Ev agahî nîşan didin ku DAIŞ rêxistinbûyîna veşartî ya rejîma Îran û Sûriyeyê ye. Êrîşên li hemberî Kobanê êrîşên van her sê dewletan ên bi destê DAIŞ'ê kirine. Bi nêrîna 'eger li Rojava ev sîstema Kurdan bi ser bikeve wê bandora xwe li Kurdistana li Tirkiyeyê, Kurdistana li Îranê jî bike' dest bi van êrîşan kirin. Em zanin ku di vê demê de di navbera Tirkiye û Îranê de der barê Rojava de hevdîtinên veşartî hatine kirin. Yek ji kesayetên girîng ên Sûriyeyê Alî Memlûk jî di vê demê de herî dawî çû Iraq, Îran, Hewlêr û Rûsyayê û hin hevdîtin kir. Yanî konseptek heye, plansaziyek heye û xwestin vê planê di şexsê Kobanê de bixin meriyetê. Eger li Kobanê bi ser biketa, ev yek wê li herêmên din ên Kurdan bi hêsanî bicih bihata anîn. Lê belê nekarî bi ser bikevin. ÊRÎŞÊN LI DIJÎ KOBANÊ BI TEMAMÎ HATIN ŞIKANDIN
-Vê gavê li herêma Kobanê pevçûn bi temamî sekinîn?
Hêzên dijmin vê gavê nikarin xwe bilivînin. Bi temamî hat şikestin, beşa mezin a hêza xwe winda kirin. Bi hostekê jî nekarî bi pêş ve biçin. Nekarî bi ser bikevin. Derbek mezin xwarin. Li hin cihan hene, ew cih jî gundên Ereb e. Eger ji wan gundan daxwaz were YPG wê biçe wan gundan û wan çeteyan bi temamî ji gundan derxîne.
Her çend ev serketin bi saya berxwedana dîrokî ya YPG'ê bû jî dixwazim li vê derê destnîşan bikim ku ev serketin ya tevahiya gelê Kurd e. Bi bakur, başûr, rojhilat, rojava û dîasporayê re miletê Kurd bi temamî li pişt YPG'ê rawestiya, destek dayê. Ne tenê gelê Kobanê tevahiya Kurd li pişt YPG'ê bû. Mînak di vê demê de ji Rihayê, Pirsûsê ji bajarên din ên Bakurê Kurdistanê ciwan pêl bi pêl beşdarî refên YPG'ê bûn û di berxwedanê de cih girtin. Ji şervanên me yên ji Bakur hatin şehîdê me yê yekemîn jî hevalê me Erdal ê ji Pirsûsê ye. Di vir de ez wî bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînim. Her kesî zanîbû ku mesele ne tenê Kobanê ye, tevahiya gelê Kurd e.
Ev yekitiya dîrokî ya Kurdan, hemû planên dijminên me pûç kir. Ev yekitî û sekna Kurdan di heman demê de ji bo dijminên me rewşeke nû ye. Dîtin ku Rojava, Kobanê êdî ne bi tenê ye, li pişt wan tevahiya gelê Kurd heye û têkbirina Kurdan jî mîna berê ne hêsan e, ne pêkan e.
DAIŞ TÊK ÇÛ, XENDEK DESTPÊ KIR
-We gotin hin dewletan, hin hêzan bi destê DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kirin û bi ser neketin. Heman pitşî êrîşên li hemberî Kobanê ji aliyê Tirkiye û Başûrê Kuristanê ve li ser sînorê Rojava kolandina xendekan destpê kir. Gelo kolandina xendekan jî parçeyek ji vê konsepta we behsa wê kiriye? Hûn çawa dinirxînin?
Bêguman kolandina xendekan dewama vê plana min beriya niha anî ziman e. Hêzên ku bi destê DAIŞ'ê nekarî li Kobanê bi ser bikevin, niha ketine pê êrîşên nû û cuda. Piştî têkçûna DAIŞ'ê li Kobanê, em li benda êrîşên nû bûn û me tedbîrên xwe stendibûn. Me hesab dikirin ku êrîşên nû wê ziravtir, veşartî û berfirehtir be. Hêzên ev êrîşên sê salan ên li hemberî me organîze dikin, me zanîbûn ku êrîşên cudatir plan dikin. Ev mijara xendekê jî ev bi xwe ye. Rasthatinek nîne ku Tirkye û PDK'ê di heman demê de li dora Rojava dest bi kolandina xendek kirin.
BI AMBARGOYÊ DIXWAZIN PERGALA XWESERIYÊ BÊ NIRX BIHÊLIN
Heta niha êrîşên wan bê encam man û niha jî dest bi êrîşên hovanetir kirin. Armanca kesên ku van xendekaran dikolin û her wiha kesên li pişt van eve ke; Xendekan bikolin û herêmê bikin bin ambargoyê, birçîbûn, xizaniyê bidin jiyîn û di rewşa êrîşên nû de gel ji axa wan bidin koçberkirin, pergala xweseriya demokratîk bê nirx bihêlin û qezencên kurdan tune bikin. Pergala ku me li Rojava pêk aniye di esasê de wek xençereke ku li dilê zîhniyeta dewletbûnê ketiye. Ew vê hesabê pir baş dikin. ger ku bi zîhniyeta PDK’ê li Rojava pergalek bê avakirin dê îtîrazê vê nekin. Ji ber vê ev hêz, dixwazin li dijî pergala xweseriya demokratîk bêbaweriyekê biafirînin û herêmê bi ambargoyê bixeniqînin. Ji bo wan bila ne pergala xweseriya demokratîk be, çi dibe bila bibe.
BI CAN DAYÎNÊ PARASTIN TÊR NAKE...
Niha em di nokteya herî girîng ya pêvajoya şoreşê de ne. Bi şerkirinê û candayînê parastaina herêmê têr nake êdî. Li welatên ku we rizgar kiriye, di pêşerojê de hebûna we an jî nebûna we girêdayê pêkanîna pergala we ye. Gel dê li çaeseriya pirsirêkên qada aborî, tenduristî û perwerdehiyê binêre. Bi kurtasî dê binêrin ku hun bi pergaleke çawa civakek bi huzur diafirînin. Niha ji bo pergala xweseriya demokratîk ya ku hatiye avakirin dem pêwiste. Belê niha tam di vê demê de ev hêz dixwazin bi ambargoyê pergala me vala derbixin. Armanca kolandina xendekên ku Tirkiye PDK’ê dikole jî eve. Difikirin ku gelê Rojhilat di bin êrîşên çeteyên ji Başûr tên û dora wan bi xendekan hatine kolan dê çiqas berxwe bidin. Ew hesab dikin kugel piştî demekê dê koç bikin û Rojava vala dikin û li dijî pergala xweseriya demokratîk serî hildidin. Lê wekê ku heta niha ew vala derketine dê niha jî vala derkevin û bi ser nekevin. Bi taybet jî PDK bi kolandina van xendekan rastiya xwe nîşanê gelê kurd û rayagiştî ya cîhanê daye. Tu kesî texmîn nedikir ku PDK’ê li dijî şoreşa Rojava bikeve asta hevkariyê. Kesên ku ji xwe re dibêjin ew netewperstin û li ser nirxên kurdan siyasetê dimeşînin di vê pêvajoya şoreşê de ruyên xwe yên rast derxistine holê. Piştî gotinên wan yên wekê ‘li Rojava şoreş filan tune’ niha jî bi kolandina xendekan Kurdistana ku ji xwe parçe paçe bûye, niha dixwazin zêdetir parçe bikin. Tirkiye û Sûriyeyê berê çawa ku têl dikişandin û mayîn radixistin, niha jî PDK’ê ya herî xerab dike û xendekên 3 metreyî dikolin. Tişta ku mêtîngeran nedikir niha PDK dike. beriya xendekê jî deriyê Sêmalkê girtibû. Hinek jî derketibûn û gotibûn; Me ji te re got biçe bibe lîderê Kurdistanê, tu çûy te derbasbûna şîrê wan zarokan qedexe kir.” berxwedana gelê kurd ya li dijî van xendekan li holê.
NE PLANA HIKÛMETÊ YA PDK’Ê YE
Ev karê xendekê ne fikara hikûmeta Başûrê Kurdistanê, plana PDK’ê ye lê bêdengiya hikûmetê ya li dijî PDK’ê jî ne rewşeke ku bê qebûlkirinê ye. Madem ku ne fikra te ye wê demê divê tu li dijî vê bêdeng nemînî an jî hunê jî wek hevkarê vê bên bibîranîn. Dema ku PDK xendekan dikole, alên hikûmeta Başûr ji ser dozeran radike û raste rast ala PDK’ê diçikîne. Bi vê helwesta xwe bi aşkera îfade kir ku ew li dijî Rojava şer dike. ligel vê hikûmet bêdeng dimîne. Bê deng nemînin. Em bêdengiya we normal nabînin.
EM LI DIJÎ XENDEKAN AMADE NE
-Gelo dê ev kolandina xendekan bigihêje armanca xwe? Hunê li dijî vê çi bikin?
Em li dijî vê amade ne. Bila dijminên me yên li pişt PDK’ê baş bizanin ku ne kolandina xendekan, çi dikin bila bikin dê bi ser nekevin.! Gelê Rojava êdî tehma azadiyê girtine. Bi sedsalane xeyala ku dihat kirin îro li Rojava tê jiyîn. Gelê Rojava dê ji van pêngavan xwe şûnde negirin. Ji ber vê sekna gel dê hemû planên dijminan vala derkevin û bên mahkumkirin. Gelo çare çiye? Her kes dê li pêşberî hebûn, pergal, rêbazên kurdan bi rêzdarî tevbigre. Dema ev hebe, li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn dê pirsgirêk bê çaresrkirin. Komploger û mêtînger çi planî dikin bila bikin di encamê de tiştên ku ev gel dibêje dê pêk bê û ji vê cudatir rê tune.
-Di vê navberê de di rojên borî de li Rojava 4 partî (El Parti, Yekiti, Azadi-Mustafa Oso, Azadi- Mustaf Cuma) bûnyek û PDK-S ava kirin. Hun vê çawa dibînin?
Li gorî min di demeke wisa de hewldaneke wisa ne tesadufiye. Li Dêrikê kolandina xendekan, li Hewlêrê jî hatina cem hev û pêkanîna kongreyê gelo ma tesadufiye? Lê dîsa jî li dijî vê nêzîkatî û helwesta me eve; li Rojava avabûnên siyasî, partiyên cuda yên xwediyê nêrînên cuda heta dawiyê dikarin pêşiya siyasetê vebikin. Li 3 kantonên Rojaa biryarên meclisanhene. Qanûnên avakirina partiyan hene. Li pêş vê tu astengî tune. Ji ber vê jî li Rojava tenê PYD tune, partiyên cuda hene, her partî jî dikarin di rêveberiyê de cih bigirin. Di rêveberiya heyî de jî ev wisa ye ji xwe. Em wek YPG li hemberî hemû fikr û ramanî, li dijî her partiyî rêzdarin.