1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. DAIŞ xwe li Tirkiyeyê birêxistin dike
DAIŞ xwe li Tirkiyeyê birêxistin dike,daiş,xwe,li,tirkiyeyê,birêxistin,dike

DAIŞ xwe li Tirkiyeyê birêxistin dike

Lêkolîna li 28 bajaran: DAIŞ xwe li Tirkiyeyê birêxistin dike

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN 14.07.2014 10:53:11 Ji sedî 51 beşdarên lêkolîna Navenda Lêkolînên Civakî û Stratejîk MetroPoll a li 28 bajaran, di wê baweriyê de ne ku DAIŞ xwe li Tirkiyeyê birêxistin dike.

Navenda Lêkolînên Civakî û Stratejîk MetroPoll di lêkolîneke xwe ya meha Hezîranê de, di serî de Sûriye û Iraq polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê û DAIŞ pirsî.

Li gorî encamên lêkolîna li 28 welatan, ji sedî 41 ê beşdaran polîtîkaya derve ya hikûmetê serketî, ji sedî 51 jî neserketî dibîne.

Ji sedî 28 ê beşdaran polîtîkaya Tirkiyeyê ya der heqê Iraqê de serketî dibîne. Rêjeya kesên polîtîkaya Tirkiyeyê ya der heqê Iraqê de neserketî dibîne jî ji sedî 58 e. Li gorî lêkolînê ji sedî 30 ê AKP'yiyan jî polîtîka hikûmetê ya der heqê Iraqê de serketî nabîne.

Dîsa hejmara kesên polîtîka hikûmetê ya der heqê Sûriyeyê de serketî dibîne ji sedî 27, yên serketî nabînin jî ji sedî 61 e. Ji sedî 33 ê AKP'yiyan polîtîkaya hikûmetê ya der heqê Sûriyeyê de serketî nabînin.

Ji sedî 71 ê beşdarên lêkolînê DAIŞ'ê weke "rêxistina terorê" dibînin û ji sedî 51 ê beşdaran ji bo pirsa "Bi dîtina we DAIş xwe li Tirkiyeyê birêxistin dike?" bersiva "Erê" da.

Ji bo pirsa "Gelo hûn difikirin ku El Nûsra, El Qaîde û DAIŞ di nava Tirkiyeyê de çalakiyeke terorê lidar bixin" ji sedî 48,8 ê beşdaran bersiva "erê" dan, ji sedî 29 bersiva "na", ji sedî 22 bersiva "dîtina min tuneye" dan.