DAIŞ'ê bi hewanan êrîşî sivîlan kir: 2 sivîl hatin kuştin
KOBANÊ (DÎHA) - Li herêma Tilşeîrê ku sivîl lê dijîn ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve bi hewanan hat topbarankirin. Di encama êrîşê de 2 sivîl jiyana xwe ji dest da û di nava wan de zarok jî hene 4 welatî birîndar bûn.
Li Kobanê şerê dijwar didome û li hemberî vê yekê çeteyên DAIŞ'ê bi hewanan sivîlan hedef digirin. Çeteyên DAIŞ'ê sivîlên ku li herêma Tilşeîrê ya rojavayê Kobanê dijîn bi hewanan hedef girtin Di encama êrîşa hewanan de 5 topên hewanê li cihê ku sivîl lê dijîn ket û hin top li Pirsûsê ketin. Di encama topbaranê de Egîd Nibo Bozan (27) û Nibo Heman Elî (35) jiyana xwe ji dest dan û welatiyên bi navê Îbrahîm Bozan, Agirî Îbrahîm, Mehmûd Ebas û zaroka 3 salî Dîlber Mihemed Îbrahîm birîndar bûn.
Cenazeyê welatiyên ku jiyana xwe ji dest dan û welatiyên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.
(wk)