DAIŞ’ê dîsa Mexmûr da ber katûşayan: 3 les birîndar bûn
NAVENDA NÛÇEYAN
Berî kêliyekê çeteyên DAIŞ’ê qezaya Mexmûr a girêdayî Hewlêr dan ber katûşayan û 3 welatî birîndar bûn. Li gor agahdariyên RojNewsê saet 09.50’an çeteyên DAIŞ’ê du katûşa li qezaya Mexmûrê dan. Di encamê de 3 welatî birîndar bûne. Katûşaya din jî li derdora Mexmûrê û ya din jî li mala welatiyekê ketiye. Berpirsê YNK’ê yê Mexmûrê Reşad Gelalî jî ji RojNewsê re ragihand ku katûşayek li mala welatiyekê ketiye û 3 kes ji wê malbatê birîndar bûne. Gelalî ragihand ku niha ti metirsiyek li ser Mexmûrê nîne. Duh jî çeteyên DAIŞ’ê 5 katûşa avêtin Mexmûr û kampa Mexmûrê. Yek li derdora kampa Mexmûr û yên din jî li qezaya Mexmûrê ketibû. Çeteyên DAIŞ’ê 6’ê Tebaxa 2014’an êrişê kampa Mexmûr û qezaya Mexmûrê kiribûn û dagir kiribûn. Piştî 3 rojan bi tevlîbûna gerîla û pêşmergeyan hatibû rizgar kirin. Sibe salek li ser êrişa DAIŞ’ê ya li ser Mexmûrê re derbas dibe.
(rn)